ROJANE
Koma Aştî û Civaka Demokratîk salek berê bi merasîmekê çek şewitand. Tevî salek derbas bû jî, dewleta Tirk biryara "Mafê Hêviyê" ya DMME’yê bi cih neanÎ, "Qanûna Çarçoveyê” pêşkêşî meclisê nekir û şert û mercên xebat û jiyanê yên Rêber Apo baştir nekir.
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna dawî ya li Mûşê de axivî û bertek nîşanî nehiştina hevdîtinan a 40 rojan a li Îmraliyê da û got: “Parlamento ji bo qanûnên çarçoveyê li benda çi disekine?”
ÎHD'ê "Rapora Şopandina Pêvajoya Aştiyê-PKK" weşand û diyar kir ku biawîkirina şer ji bo aştiyê gaveke girîng e, lê belê ji bo pêkhatina aştiya mayinde pêwîstî bi reformên berfireh heye.
Serokê baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ji bo mayindebûna pêvajoya aştiyê divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin û got, "Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin. Ji bo mayindebûna aştiyê divê gavên hiqûqî tavilê bêne avêtin.
Fîlozofê Emerîkî Michael Hardt nameyek ji Rêber Apo re şand, bal kişand ser şer û êrişkariya emperyalîst û got, "Ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin."
Hemû Nûçe
-
Nobedarên vê hefteyê koma ji Kasselê ye
Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya li ber Konseya Ewropayê, 237 hefte ne bê navber dewam dike. Nobeda vê hefteyê ji aliyê komek ji 4 kesan a ji bajarê Kassel ê Elmanyayê ve tê girtin.
-
-
Li Bûrsayê 4 rêveberên HDP'yî hatin girtin
Di serdegirtinên roja Înê de ku li ser nûnertiyên HDP'ê yên taxên Emek û Cûmalî Kizik û navçeya Yenîşehîr û Yildirimê hatin lidarxistin, 4 HDP'yiyên hatin binçavkirin hatin girtin.
-
-
-
Li Sêrtê girtin, li Enqere û Manîsayê binçavkirin
Li Sêrtê Sezek ê 80 salî û hevserokê DBP'ê jî di nav de 4 kes hatin girtin. Li Enqerê jî bi îdîaya endamê 'RedHack' kesek hate binçavkirin. Li Manîsayê jî Yûnûs Aydin bi gotina ku "Wê îfade bide" hate binçavkirin.
-
-
-
-
'Tirkiye ji aliyê aborî ve hewcedarê Ewropayê ye!'
Di şîrove nûçeyeke Spîegel Onlîne de hat ragihandin, rewşa li Tirkiyeyê ku roj bi roj nebaş dibe, welatên Ewropayê dixe nava tirs û fikaran. Hat îdîakirin ku fikar heye, ev welat Rûsyayê tercîh bike.
-
-
-
-
Şahidê Komkujiyê: Polîs pir bi derengî hat
Yûsûv Kodat ku ji komkujiya Stenbolê xwe di nav qoltixan de veşartî û bi vî awayî xilas bûyî diyar kir ku polîs piştî komkujiyê bi 20 deqeyan hatin. Kodat got, di nav van 20 deqeyan de gelek birîndar ji ber herikîn xwîna zêde, jiyana xwe ji dest dan.
-
-
-
-
Parastina Ozgur Gundemê û nûçegihaniyê kirin
Di doza Ozgur Gundemê de, Rêveberê Weşanê yê Giştî Bilîr Kaya û Endamê Desteya Şêwrê yê Weşanê Bîlge Aykut Contepe parastin kirin. Contope got, "Ozgur Gundem ji bo vî welatî destketiyek bû."
-
Li Bedlîsê polîsan jina ku tundî li ser hebû kire ajan
Jina bi navê S.K ku par li Betlîsê zewicî û bi sedema ku hevserê wê tundiyê lê dike serî li qereqolê da, weke şahida dozên siyasî derkete holê. Li gorî îfadeyên ku S.K dayî, gelek hevserokên bajêr ên HDP’ê û DBP’ê û hevşaredar hatin binçavkirin.
-
-
-
-
Lava: Tecrîda li ser Rêbertî tê şidandin
Lava: Divê jin û ciwan pêşengî ji çalakî û serhildanê re bikin. Lazim em jin ji her demê bêhtir xwedî li ser azadiya Rêbertî derkevin. Em sîstema Îmraliyê hilweşînin, tecrîdê rakin.
-
-