ROJANE
Hemû Nûçe
-
Însiyatifa Malbatên Pirsûsê biryara dadgehê nas nekir
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê têkildarî biryara dadgehê ya 7 hezar û 500 TL ceza li Midûrê Polîsan ê Pirsûsê biriye diyar kir, ku vî cezayê pênekon zarokên wan careke din hatine kuştin. -
EFJ-IFJ bang li Wezareta Edaletê kir: 6 rojnamevanên binçavkirî berdin
Federasyona Rojnamevanên Ewropa û Navneteweyî (EFJ-IFJ) bang li Wezareta Edaletê kir, ku 6 rojnamevanên 17 roj in binçavkirî ne derhal berde. -
Ji bo şervanê YPG'ê Tassoned merasîm hate lidarxistin
Ji bo şervanê YPG'ê Tassoned ê ji Kanadayê, li bajarê Ottawayê merasîmek hate lidarxistin. -
Rêveberê AKP'ê bi eroîna bihayê xwe 1,5 mîlyon e hat girtin
Serokê Baskê AKP'ê yê Ciwanan ê navçeya Giyadîn a Agiriyê Mehmet Akîf Yardimci, bi eroîna ku bihayê xwe 1.5 mîlyon lîre ye, hat girtin. -
Lîreyê Tirk qulopanî bûye: Bihayê Dolar û Euro her zêde dibe
Qîmetê Lîreyê Tirk kêlî bi kêlî kêm dibe. Bihayê Euro û Dolar îro jî li pêşberî Lîreyê Tirk gihîşt asta rekoreke nû. -
DYA: 'Operasyona taybet' a li Deyrezor bi serketî qediya
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) da xuyakirin, ku operasyona yekîneyên taybet a li bajarê Deyrezor li dijî çeteyên DAIŞ'ê hat meşandin, bi rengekî 'serketî' derbas bûye. -
Îşkence li Hasan Guzel ê bi kansera kolonê ye hat kirin
Hasan Guzel ê 70 salî, ku ji ber tevlî merasîma xwarina ji bo Ogûz Meşe ya li Mala Cem a Kûrûçeşme ya Stenbolê bû bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hat girtin, derket holê ku polîsan îşkenceyeke giran lê kiriye. Guzel bi kansera kolonê ye. -
'Em xwedî li îmzeyên xwe yên ji bo aştiya civakî derdikevin'
Ji sînemavanên destek dan belavoka 'Em ê nebin hevparê vî sûcî' Îlham Bakir diyar kir, hewl tê dayîn mekanîzmayeke otosansurê li nava civakê were afirandin. -
Li Manîsayê 4 kes hatin girtin
Li Manîsayê ji 13 kesên ku hatibûn binçavkirin, hevserokê HDP'ê yê Manîsayê jî di nav de 4 kes hatin girtin. -
Gundek û 3 gundik azad in
Di çarçoveya hemleya rizgarkirina Reqayê de gundek û 3 gundik hatin rizgarkirin. Şerê li gundê Siwêdiya Xerbî jî 3 roj in dewam dike. -
Şahidên Pirsûsê: Hesabê vê bêwijdaniyê wê helbet rojekê were pirsîn
Şahidên komkujiya Pirsûsê û kesên ku di komkujiyê de birîndar bûbûn cezayê pereyan ên ku li Mehmet Yapilal birîn şermezar kirin û gotin: ‘’Em ê ji têkoşîna xwe ya edelatê ber nedin." -
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Em edeleta 7500 TL'yî naxwazin
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, li dijî cezayê 7500 TL’yî yên ku dane Midûrê Emniyeta Navçeya Pirsûsê Mehmet Yapalial helwest nîşan dan. Însiyatîfê bi daxuyaniyeke nivîskî gotin, "Em edelata 7500 TL’yî nas nakin." -
Cansiz, Dogan û Şaylemez li sê welatan hatin bibîranîn
Ji bo jinên şoreşger ên li Parîsê hatin kuştin, li bajarên Toronto, Sîdney û Torîno, çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. -
Li Mêrdîn, Wan û Bolûyê 29 kes hatin binçavkirin
Li Mêrdîn, Wan û Bolûyê di operasyonên qirkirina siyasî de 29 kes hatin binçavkirin. -
Dolar û Euro li asta herî bilind in, Lîreyê Tirk diherife
Buhayê Dolar û Euro di asta rekorê de dest bi hefteya nû kir. -
AKP a komkujer ber bi dawiyê ve diçe - Selahattîn Erdem
Faşîzma AKP-MHP’ê di polîtîkaya li Sûriyeyê de vala derketiye, li dijî berxwedana gelê Kurd jî têkçûye û bêçare maye, êdî şansê wê yê jiyanê nemaye. Dawiya rê diyar bûye, wisa xuya dike wê bihara sala 2017’an bibe dawiya temenê AKP’ê. -
Sê jinên Kurd û 'Şehîdên meha Çileyê' li Stockholmê hatin bîranîn
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin û şervanên azadiyê yên di meha Çileye de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn. -
DEM-KURD'ê ji bo şermezarkirina Erdogan bang kir
DEM-KURD'ê ji bo şermezarkirina Tayyîp Erdogan ku wê bê Cenevreyê, bang kir. -
Li dijî şer û dîktatoriyê Forûma Ewropayê ya ji bo Aştiyê ava bû
Li dijî şer û dîktatoriyê Forûma Ewropayê ya ji bo Aştiyê bi deklarasyonekê hat ragihandin. -
Serokkomarê berê yê dewleta Îranê Rafsancanî mir
Serokomarê berê yê dewleta Îranê Haşîmî Rafsancanî mir. -
'Binçavkirina 6 rojnamevanan bêhiqûqî û kêfî ye'
Rojnamevanên ku ji ber nûçeyên têkildarî darayiya zavayê Erdogan û Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ku ji aliyê RedHackê ve hate eşkerekirin çêkiribûn, di serdegirtinên 24-25'ê Kanûnê de hatibûn binçavkirinê hê jî di bin çavan de ne. -
Li Reqayê 2 gundên din jî hatin rizgarkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê gundên Ebû Ceddî û El-Hûseynî yên Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Metîn Goktepe li ser gora xwe hate bîranîn
Nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe, di salvegera 21. a qetilkirinê de li goristana Kemer a li Esenlerê li ser gora xwe hate bîranîn. -
4 taxên din ên Mûsilê hatin rizgarkirin
Rayedarê hêzên Iraqê ragihand ku çar taxên din ên Mûsilê ji dest çeteyan hatine rizgarkirine û 270 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Dosya Berxwedana Kurdan: Dewleta Tirk şer giran kir
Li dijî şerê ku dewleta Tirk li qadên xwerêveberiyê yên Kurdistanê giran kir, Tevgera Kurdan destana berxwedanê nivîsand.