ROJANE
Koma Aştî û Civaka Demokratîk salek berê bi merasîmekê çek şewitand. Tevî salek derbas bû jî, dewleta Tirk biryara "Mafê Hêviyê" ya DMME’yê bi cih neanÎ, "Qanûna Çarçoveyê” pêşkêşî meclisê nekir û şert û mercên xebat û jiyanê yên Rêber Apo baştir nekir.
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna dawî ya li Mûşê de axivî û bertek nîşanî nehiştina hevdîtinan a 40 rojan a li Îmraliyê da û got: “Parlamento ji bo qanûnên çarçoveyê li benda çi disekine?”
ÎHD'ê "Rapora Şopandina Pêvajoya Aştiyê-PKK" weşand û diyar kir ku biawîkirina şer ji bo aştiyê gaveke girîng e, lê belê ji bo pêkhatina aştiya mayinde pêwîstî bi reformên berfireh heye.
Serokê baroya Wanê Sînan Ozaraz diyar kir ku ji bo mayindebûna pêvajoya aştiyê divê qanûna çarçoveyê bi lez bê derxistin û got, "Nabe ku ev pêvajo ji hesabên siyasî re bê fedakirin. Ji bo mayindebûna aştiyê divê gavên hiqûqî tavilê bêne avêtin.
Fîlozofê Emerîkî Michael Hardt nameyek ji Rêber Apo re şand, bal kişand ser şer û êrişkariya emperyalîst û got, "Ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin."
Hemû Nûçe
-
Cansiz û hevalên wê li Kerkûkê hatin bibîranîn
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê bi aktivîteyekê hatin bi bîr anîn.
-
Wê leşkerên Tirk ji Başîkayê vekişin
Piştî civîna di navbera Ebadî û Yildirim de, herdû Serokwezîr li Serokwezîrtiyê dest bi civîna hevpar a wezîran kir. Televîzyona Dewletê ya Iraqê ragihand ku wê leşkerên Tirk ji Başîkayê vekişin.
-
Li Amed û Îzmîrê çalakiyên edaletê
Li Amed û Îzmîrê malbat û parêzvanên mafê mirovan, ji bo kesên ku ji aliyê dewletê ve hatine nebedîkirin û qetilkirin vê hefteyê jî di nava çalakiyan de bûn. Li Amedê aqûbeta Mûstefa Aydin, li Îzmîrê jî ya Fetîh Yildirim hate pirsîn.
-
-
Li Ezazê teqînên dijwar
Li Ezazê ku di dagirkeriya çeteyên Tirkiyeyê de ye, teqînên mezin rû dan. Tê gotin mirî û birîndar hene.
-
-
-
Akademîsyenên aştîxwaz hatin îxrackirin
Desthilatdariya AKP/Qesrê ya ku cara 3’yemîn dema Rewşa Awarte dirêj kir, bi 3 biryarnameyan ve akademîsyenên ku danezana Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê îmze kirine, îxrac kir.
-
Van demên dawî li girtîgehan çi dibe?
Girtîgehên Tirkiyê ku bi salan e bi êşkence û komkujiyan re têne bibîranîn, bi Rewşa Awarte re êdî vê karaktera xwe zexmtir dike. Di halê hazir de girtîgeh ji bo girtiyên siyasî bi temamî bûne navendên êşkenceyê.
-
-
DYA: Payebilindê DAÎŞ’ê li Reqayê hat kuştin
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a bi navê Xezeba Firatê li ser Reqayê tê lidarxistin bi serkeftî dewam dike, hat ragihandin ku yek ji pêşengên çeteyan Mahmûd El Îsavî di êrîşên hewayî de hatiye kuştin.
-
-
-
-
-
Ji rojnamevanên binçavkirî peyam: Em dest jê bernedin!
Rojnamevan Omer Çelîk û Metîn Yoksu yên ku ev 13 roj in li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê binçavkirî ne peyam şandin û gotin: “Li gel gefên dîwarên sar ên girtîgehê, em dest ji helwesta xwe ya bi israr û bi biryar bernadin.”
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Demîrtaş: Dema baweriya bi hiqûqê qels dibe, kaos rû dide
Demîrtaş têkildarî lêpirsîna ku bi îdîaya "heqaret li Serokkomar kiriye" lê hat vekirin, parastina xwe kir. Demîrtaş got, "Li nava civakê ku lêgerîna xwe ya edaletê û baweriya xwe ya li hiqûqê kêm dibe, kaos, tirs û panîk dibe derûniya civakê."