ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nobedarên vê hefteyê koma ji Vîllîers-Le-Bel e
Çalakiya nobedê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kir, di hefteya 267. de ye. -
563 hezar kesên din bêkar man
Hat ragihandin, ku aboriya Tirkiyeyê di sê mehên destpêkê yên sala 2017'an de 5 ji sedî zêde bûye. Lê li aliyê din, hat gotin ku 563 hezar kesên din bêkar mane. -
Li Parîsê ji bo Sûrê çalakî
Li paytext Fransa Parîsê, piştî hilweşîn û qetlîama dewleta Tirk a li Sûrê pêk anî û şûnde, polîtîkayên gel neçarî koçberiyê dikin, bi çalakiyekê hate protestokirin. -
NÛ BÛ-Serokwekîla Meclîsê Pervîn Bûldan hate binçavkirin
Parlemetera HDP’ê ya Stenbolê û Serokwekîla Meclîsê Pervîn Bûldan li Amedê li otela lê dima hate binçavkirin. -
Li Dara Hênê di teqîna mayînê de leşkerek mir
Di dema derbasbûna wesayîta zirxî ya li bejahiya gundê Yenîyazi ya girêdayî Dara Hênê de, teqînek pêk hat. Di vê teqînê de leşkerk hate kuştin. -
Li NY’yê Ji Tirkiyeyê re gotin: Serbest berdin!
Li Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Tirkiyeyê rûniştineke taybet hate kirin û Raportorê Taybet ê NY Davîd Kaye bang kir ku bila li Tirkiyeyê kesên ji ber diyarkirina fikir û ramanên xwe hatine girtin, werin berdan. -
Li Egeyê erdheja bi pileya 6,2
Li Deryaya Egeyê, erdhejek bi pileya 6,2 pêk hat. Piştî erdehjê û şûnde jî gelek hejîn pêk hatin. -
Çeteyên ku êrîşî Serêkaniyê kiribûn li Elmanyayê hatin girtin!
Bi fermana Serdozgerê Federal îro li sê eyaletên Elmanyayê, operasyon li dijî çeteyên El Nûsrayê hate kirin. -
Tirkiyeyê bersivên sosret da Neteweyên Yekbûyî
Mîsyona Tirkiyeyê ya Neteweyên Yekbûyî bersivên sosret da rapora azadiya fikr û ramanê ya Neteweyên Yekbûyî. -
Kî Tirkiyeyê parçe dike, kî dide parçekirin? -GOTAR
Tê destnîşankirin, ku li ser bingeha krîza Qatarê, operasyoneke nû li dijî Tirkiye û Îranê hatiye destpêkirin û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî wê li ser vê bingehê dijwar bibe. -
Şer, lêçûnên dewletê zêde kir
Li gorî daneyên TUÎK'ê, lêçûnên dewletê yên li şerê qirêj dike, zêde bûne. -
Şehîdên têkoşîna azadiyê li Freîbûrgê hatin bîranîn
Ji bo gerîlayên HPG û YJA Starê yên di demên cuda de şehîd bûn, li Freîbûrgê civîneke bîranînê hate lidarxistin. -
Biryar hate dayin ku Yuksekdag bi zorê tevlî rûniştinê bê kirin
Dadgeha Tirk biryar da, ku Yuksekdag a nexwest bi rêya SEGBÎS'ê tevlî rûniştina li Rihayê bibe, bi zorê tevlî rûniştinê were kirin. -
Kurdistanî li Wesselîngê li hev civiyan
Kurdistaniyên li Wesselîngê dijîn, di şevekê de li hev civiyan. -
Hesreta 100 salî: Gelo Kongreya Neteweyî ya Kurd pêkan e?
Kongreya Neteweyî ya Kurd, ku hesreta 100 salî ya ji bo hevgirtina gelê Kurd e, cara yekemîn di sala 2013'an de gavên wê yên destpêkê hatin avêtin. Lê belê ji ber sedemên cuda ev yek pêk nehat. Kongre ji nû ve kete rojevê û amadekariyên wê dest pê kirin. -
Partiya Çep, rakirina qedexeya li ser PKKê xist bernameya partiyê
Dîe Lînke (Partiya Çep) ku sêyemîn partiya herî mezin a li Elmanyayê ye, li bajarê Hannoverê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de, rakirina qedexeya li ser PKK'ê xist bernameya partiya xwe. -
'Azadiya civakî wê bi berxwedaneke topyekûn pêk were'
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek destnîşan kir, ku ew ê bi rengekî topyekûn li ber barbariya kapîtalîst rabin. -
Di tûra pêşîn a hilbijartinan de Macron serkeftinekî mezin bi dest xist
Îro di tûra pêşîn a hilbijartinên giştî ya li Fransayê de Tevgera Komarê ya Serokkomar Emmanûel Macron serkeftineke mezin bi dest xist. -
Di civîna ‘Bajarên bêtirs’ de mohra Rojava
Di civîna ‘’Bajarên bêtirs’ de ku li Barselonayê çêbû, pêwendiyeke zêde ji bo Rojava hebû. -
Kemalbay: Em ê bi hev re bi ser bikevin, em ê teqez bi ser bikevin
Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay di kongreya bajêr a partiya xwe de rojev nirxand. -
Yuksekdag û Demîrtaş peyam şandin kongreya bajêr a HDP’ê
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag peyameke nivîskî şandin kongreya HDP’ê ya Stenbolê. -
PYD'ê ji bo meşa 17'ê Hezîranê ya li Berlînê bang tevlîbûnê kir
Rêxistina PYD'ê ya Berlînê, ji bo meşa 17'ê Hezîranê ya li Berlînê, ku li dijî qedexekirina alên YPG, YPJ û PYD'ê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Lecwan û Çekdar di salvegera 1. a şehîdbûnê de hatin bibîranîn
Gerîlayên HPG'ê Lecwan Mûnzûr û Çekdar Botan, li bajarên Koln û Stûttgartê yên Elmanyayê hatin bibîranîn. -
Name ji Demîrtaş re nivîsand, 10 meh ceza lê hate birîn
Karîkaturîstê girtî Melîh Gurler, ku nameyek ji Demîrtaş re nivîsand, ji ber nivîsên di nameyê de 10 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. -
Referandûm a serxwebûnê ye, ya jî ji bo desthiladariya PDK'ê ye?
Mijara referandûma serxwebûnê ku PDK'ê xiste rojevê, gelek nîqaş û pirs bi xwe re anî. Me hewl da raxin pêş çavan, bê referandûma li Başûrê Kurdistanê ji bo 'serxwebûnê' ye, ya jî hewldanek ji bo mayindekirina desthilatdariya PDK'ê ye.