Li NY’yê Ji Tirkiyeyê re gotin: Serbest berdin!

Li Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Tirkiyeyê rûniştineke taybet hate kirin û Raportorê Taybet ê NY Davîd Kaye bang kir ku bila li Tirkiyeyê kesên ji ber diyarkirina fikir û ramanên xwe hatine girtin, werin berdan.

Di Rûniştina Mafên Mirovan a 35’emîn a Konseya Bilind a Mafên Mirovan a NY ya li buroya Cinêvê ya NY de, ji bo Tirkiyeyê rûniştineke taybet hate lidarxistin. Rûniştin bi xwendina rapora Davîd Kaye hate destpêkirin. Kaye di navbera 14-18’ê Sermaweza 2016’an de piştî serdana fermî ya li Tirkiyeyê raporek amade kiribû.

PÊKANÎNÊN ANTÎDEMOKRATÎK HATIN BIBÎRXISTIN

Kaye bibîr xist ku ku Tirkiye ji ber Hewldana Darbeya 15’ê Tîrmehê bi zagonên Rewşa Awarte tê birêvebirin û diyar kir ku azadiya fikir û ramanê di bin gefê de ye. Kaye ji rapora xwe hin beş xwend a ku ANF’ê di rojên berê de bi xwendevanên xwe re par ve kiribû.

BANGA SERBESTBERDANÊ HATE KIRIN

Kaye bal kişand ser pêkanînên antîdemokratîk ên li ser çapemenî, akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar û hiqûqnasan û bang li hikumeta Tirk kir ku bila van kesên ji ber îfadekirina fikr û ramanê hatine girtin, serbest werin berdan.

Kaye bal kişand ser vê yekê divê zagonên têkoşîna li dijî ‘terorê’ werin guherandin.

‘DIVÊ LI GORÎ BERPIRSYARIYÊN NAVNETEWEYÎ TEVBIGERIN’

Kaye biryarnameyên di zagonên Rewşa Awarte de bibîr xist û diyar kir ku bi biryarnameyan bi sed hezaran kes hatine mexdûrkirin. Kaye destnîşan kir ku divê Rewşa Awarte were rakirin û Tirkiye divê berpirsyariyên navneteweyî yên hiqûqî pêk bîne.

TIRKIYE QEBÛL NEKIR

Piştî Kaye Nûnerê NY yê Tirkiyeyê Nacî Korû axivî û parast ku Tirkiye demokrasî û hiqûqê esas digire. Korû diyar kir ku Tirkiye li dijî ‘terorê’ têdikoşe û Kaye sûcdar kir ku çima Kaye cih nedaye kirinên PKK û Fettullah.

AWÛSTÛRYA: HURMETDAR BE

Piştî Tirkiyeyê dewletan mafê axaftinê wergirtin. Nûnerê NY’ê yê Avûstûryayê diyar kir ku ew jî beşdarî rexneyên Kaye yên li ser Tirkiyeyê dibe û bang li Tirkiyeyê kir ku li hemberî azadiya fikr û ramanê hurmetdar be.

DYA: DAWÎ LI VÊ BÊHIQÛQIYÊ BÎNE

Nûnerê NY’ê yê Awûstûryayê jî diyar kir ku ew jî maf dide rexneyên Kaye yên li ser Tirkiyeyê û bang kir ku bila Tirkiye dawî li vê bêhiqûqiyê bîne.

BELÇÎKA: DIVÊ LI GORÎ ZAGONÊN NAVNETEWEYÎ TEVBIGERE

Piştî axaftina nûnerê DYA’yê nûnerê Belçîkayê jî diyar kir ku êrîşên li ser îfadekirina fikr û ramanê yên li Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. Nûnerê Belçîkayê bal kişand ser vê yekê ku divê Tirkiye li gorî zagonên navneteweyî tevbigere.

Rûniştin bi axaftinên nûnerên dewletan û saziyên sîvîl ên navneteweyî didome.