ROJANE
Fîlozofê Emerîkî Michael Hardt nameyek ji Rêber Apo re şand, bal kişand ser şer û êrişkariya emperyalîst û got, "Ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin."
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk anî ziman ku qanûna bê amadekirin divê bi hevdîtina bi muxataban li ser zemîneke hevpar bê avakirin û got, "Bi feraseta 'min kir û bû' mesele çareser nabe."
Eren Keskîn destnîşan kir ku divê mercên jiyanê û kar ên azad ji bo Rêber Apo bêne afirandin û got, "Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re ya kesekî ku weke muzakerevanê sereke tê qebûlkirin, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêvajoyê ye."
Civaknasê Îtalî Dr. Dario Azzelini diyar kir ku eger çareserî û aştiyeke mayinde tê xwestin, divê Rêber Apo bibe parçeyekî pêvajoya muzakereyê û got, "Kesê ku xwedî lîderî, nêzîkatiya teorî û karîzmaya ku dikare vê pêvajoya muzakereyê bimeşîne Ocalan e."
Ji Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan guhertinên qanûnî yên têne nîqaşkirin nirxand û got, ji bo çareseriyeke mayinde divê gavên şênber ên cihê baweriyê bêne avêtin. Karayilan pirsa "Gelo ev qanûn wê her tiştî bigire nava xwe?" pirsî.
Hemû Nûçe
-
-
-
Li Şirnexê ‘mamoste’ya çekdar
Li Qilebanê Gokçen T. ku xwedêgiravî ‘’mamostetî’’yê dike, li ser hesabê xwe yê medya civakî bi dilqê tîmên taybet poz da û peyamên dagirkeriyê da.
-
-
-
-
Li Kadikoyê ji bo Gulmen û Ozakça meş
Hêzên Demokrasiyê, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya roja 100’an a Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ya bi BHQ’ê ji kar hatin dûrxistin û bi awayekî bê hiqûqî hatin girtin, li Kadikoyê meşekî heybet lidar xistin.
-
-
Tirkiye vê carê di hedefa saziyên civaka sivîl de bûn
Îro Tirkiye li NY’yê di hedefa rexneyan de bû. Rêxistina Efû ya Navneteweyî ku di rûniştina 35. a Rûniştina Mafê Mirovan a NY’ê de mafê axaftinê girt, Tirkiye bi zimanekî hişk rexne kir, bal kişand her ku diçe li Tirkiyeyê îxalalên mafê mirovan zêde dibe.
-
-
-
-
'Muxalefet bibe yek Erdogan wê têk biçe'
Endamê Desteya Rêveber a PEN'ê Sonmez got, divê HDP û CHP bi hev re tevbigerin û wiha domand: "Ji muxalefeteke dabeşbûyî tenê Erdogan dikare kelkê werbigire. Divê pêşiya vê were girtin."
-
-
-
Destpêkê yekîtî yan referandûm?
PDK di demeke ku li Başûrê Kurdistanê rewşeke herî parçebûyî tê jiyîn de referandûm anî rojevê. Ev yek jî dibe sedem ku şik û gumanên derbarê polîtîkayên PDK’ê de zêde bibin. Di vê demê de pêwistiya herî mezin avakirina yekîtiya netewî ye.
-
Pêla tundiyê ya AKP’ê
Diyar e ku bi temamî şerekî psîkolojîk dikin. Armanc, di serî de malbatên gerîla dixwazin Kurdan ji hêla psîkolojîk ve biwestînin û ji têkoşînê dûr bixin.
-
-
-
-
Raporên NY’yê sûcê şer ê AKP’ê vedibêje
Di raporê de bal hate kişandin ser wêranî û talana ku dewleta Tirk li Sûrê kiriye û hat gotin, dewleta Tirk li bajarên Kurdan bi navê 'têkoşîna dij terorê de' bi demografiyê dilîze.
-
-
-
Meşa Kiliçdaroglû dest pê kir
Piştî girtina Wekîlê CHP’ê yê Stenbolê Enîs Berberoglû 'Meşa Dadmendiyê' ku Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû banga wê kiribû li Guvenparkê dest pê kir.
-