ROJANE
Fîlozofê Emerîkî Michael Hardt nameyek ji Rêber Apo re şand, bal kişand ser şer û êrişkariya emperyalîst û got, "Ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin."
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk anî ziman ku qanûna bê amadekirin divê bi hevdîtina bi muxataban li ser zemîneke hevpar bê avakirin û got, "Bi feraseta 'min kir û bû' mesele çareser nabe."
Eren Keskîn destnîşan kir ku divê mercên jiyanê û kar ên azad ji bo Rêber Apo bêne afirandin û got, "Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re ya kesekî ku weke muzakerevanê sereke tê qebûlkirin, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêvajoyê ye."
Civaknasê Îtalî Dr. Dario Azzelini diyar kir ku eger çareserî û aştiyeke mayinde tê xwestin, divê Rêber Apo bibe parçeyekî pêvajoya muzakereyê û got, "Kesê ku xwedî lîderî, nêzîkatiya teorî û karîzmaya ku dikare vê pêvajoya muzakereyê bimeşîne Ocalan e."
Ji Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan guhertinên qanûnî yên têne nîqaşkirin nirxand û got, ji bo çareseriyeke mayinde divê gavên şênber ên cihê baweriyê bêne avêtin. Karayilan pirsa "Gelo ev qanûn wê her tiştî bigire nava xwe?" pirsî.
Hemû Nûçe
-
-
14 girtî sirgûn kirin
14 girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Antalyayê bûn, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Denîzliyê hatin kirin.
-
Pêngava dawî ya Reqayê û bandora wê
Ji bo ku pêşiya rizgarkirina Reqayê bigirin û serketina QSD'ê asteng bikin, dewleta Tirk û AKP a faşîst jî di nava hewldanek gelekî mezin û cidî de ye.
-
'Operasyona herî mezin a 30 salên dawî'
Paşayê wan Yaşar jî wextekê li wir maye. Li gorî wan; leşker lê winda dibin, mirov nikarin 10 meteyên li pêş û paşê xwe bibînin, yekîneyeke leşkerî biçe jî wê li wê derê xwe bi tenê bibîne.
-
Malbata Karacagîl hate binçavkirin
Dayik û Bavê Ayşe Denîz Karacagîl a di Pêngava Reqayê de şehîd bû Nûray Erçagan û Omer Karacagîl, li Balafigeha Sabîha Gokçenê hatin binçavkirin.
-
Tirkiye penaberan weke amûreke siyasî bi kar tîne
Sibe 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê ye. Penaber ji bo Tirkiyeyê tê wateya; çeteyên li Sûriyeyê li dijî Kurdan bên şerkirin, girseya ku pê bi demografiya Kurdistanê bilîze û qerteke siyasî ye ku karibe li dijî cîhana rojava bi kar bîne.
-
'Em ê hê bêhtir xwedî li şoreşa Rojava derkevin'
Hevalên şoreşgerên Tirkiyeyî yên di şoreşa Rojava de şehîd bûn diyar kirin, tevlîbûna li nava şoreşa Rojava wezîfeya şoreşgerî ya bingehîn e û gotin, "Em ê mîrateya li Rojava hate afirandin bînin Tirkiyeyê û encamê bigirin."
-
Li Toûloûseyê civîna gel
Li bajarê Fransaya Başûr a Toûloûseyê ji aliyê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk civîna gel hate lidarxistin.
-
-
-
Li emniyetê mirina bi guman
Eren Uzun ê ku li navçeya Kemalpaşa ya Îzmirê hatibû binçavkirin, hat îddîakirin ku li nezaretxaneya jendirmeyan xwe kuştiye.
-
-
-
-
Piştgiriya Anarşîst mezin dibe
Tevna piştgiriya bi girtiyan re ya dijberên otorîteyê ya cîhanê ABC (Xaça Reş a Anarşîst) piştî Stenbolê li Îzmîrê tevna xwe danî û dest bi piştgiriya girtiyan kir.
-
-
-
-
-
-
Polîsên Elman wekî parêzvanên Erdogan tevgeriyan!
Alayên YPG û YPJ’ê yên ku hemû cîhan bi sempatî lê dinihêre îro polîsên Elman belaya xwe bi wê dan. Di êrîşa polîsan de 3 kes birîndar bûn, 7 kes jî hatin binçavkirin. Piştî çalakiya rûniştinê ya girseyê kesên hatibûn binçavkirin jî hatin berdan.
-
-
-
-