ROJANE
Fîlozofê Emerîkî Michael Hardt nameyek ji Rêber Apo re şand, bal kişand ser şer û êrişkariya emperyalîst û got, "Ji bo li gorî mercên vê demê be divê em jinûve li ser enternasyonalîzmê bifikirin û jinûve ava bikin."
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk anî ziman ku qanûna bê amadekirin divê bi hevdîtina bi muxataban li ser zemîneke hevpar bê avakirin û got, "Bi feraseta 'min kir û bû' mesele çareser nabe."
Eren Keskîn destnîşan kir ku divê mercên jiyanê û kar ên azad ji bo Rêber Apo bêne afirandin û got, "Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re ya kesekî ku weke muzakerevanê sereke tê qebûlkirin, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêvajoyê ye."
Civaknasê Îtalî Dr. Dario Azzelini diyar kir ku eger çareserî û aştiyeke mayinde tê xwestin, divê Rêber Apo bibe parçeyekî pêvajoya muzakereyê û got, "Kesê ku xwedî lîderî, nêzîkatiya teorî û karîzmaya ku dikare vê pêvajoya muzakereyê bimeşîne Ocalan e."
Ji Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan guhertinên qanûnî yên têne nîqaşkirin nirxand û got, ji bo çareseriyeke mayinde divê gavên şênber ên cihê baweriyê bêne avêtin. Karayilan pirsa "Gelo ev qanûn wê her tiştî bigire nava xwe?" pirsî.
Hemû Nûçe
-
Xizmên windayan li Amed û Îzmîrê di nava çalakiyan de bûn
Di çalakiya xizmên windayan ên li Amed û Îzmîrê çalakî lidar xistin de, çîroka Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Hacî Karay ên 3’yê Hezîrana 1994’an pişî hatin binçavkirin û qetilkirin û Kenan Bîlgîn ê 12’ê Îlona 1994’an li Enqerê hate windakirin vegotin.
-
-
Dayikên Şemiyê ji bo bav û kurê wî li hev civiyan
Dayikên Şemiyê ji bo Şehmûs Oncu û kurê wî Mehmet Siddik Once ku hatibûn qetilkirin, li hev civiyan. Di axaftinên çalakiyê de hate gotin heke civakeke demokratîk, dadmend çênebe wê sûcên mirovahiyê bidomin hat dayîn.
-
-
-
-
-
Koma Parîsê di Nobeta Azadiyê de bû
Vê heftiyê Nobeta Azadiyê ya ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê li ber Konseya Ewropayê (KE) didome ji hêla Kurdistaniyên ku ji Parîsê hatin ve hate bi rê ve birin.
-
Li Oldenburgê DAIŞ’iyan Kurdek kuştin
Diyar bû ku kesê penaberê ku roja Çarşemê li Oldenburg a Elman di encama êrîşa kêrê de hatî kuştin penaberê bi navê Abdulhenan Yakûp ê ji Rojavayê Kurdistanê ye.
-
-
-
-
Bajarên şerê taybet
Erdogan dibêje tişta ku leşker û polîsan bi tank, top û xwînê kir, divê em bi polîtîkayên şerê taybet bidomînin. Ji bilî vê ti wateya kirina bajar a Cizîr û Geverê tine ye.
-
-
-
-
Gelo helîkopter bi têlan ve aliqî?
Ji ber ku gelek daxuyaniyên Waliyê Tirk ê li Şirnexê piştre eşkere bûn ku derew in, daxuyaniya wî ya vê dawiyê, ku got "Helîkoptera me bi têlan ve aliqî" rê li ber pirs û gumanan vekir.
-
-
-
-
-
-
DÎTÎB'ê xwest, CDU pêşî li mizgefta Kurdan girt!
Kurdên li eyaleta Saarland a Elmanyayê dijîn xwestin, li erdekî berfireh ê kirîne navenda çandê û mizgeftekê çêbikin. Lê belê Şaredariya bajêr a ji partiya CDU, li pêşiya vê projeyê dibe asteng.
-
Sûrçî: Şerê li Mûsilê giran dibe
Berpirsyarê YNK'ê yê Mûsilê Xeyas Sûrçî diyar kir, li çar taxên dawî yên Mûsilê, şerekî dijwar diqewime û got, kontrolkirina bajêr bi temamî, dibe ku hinekî din dewam bike.
-