'Rejîma Erdogan bi têkoşîneke hevpar dikare bê hilweşandin'

Akademîsyen Selîm Eskîîzmîrlîler got, eger hemû hêzên demokratîk û Tevgera Azadiyê ya Kurd li hev bicivin, wê karibin rejîma AKP'ê têk birin.

Akademîsyen Selîm Eskîîzmîrlîler, armanca Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û rewşa ku Tirkiye di nav de ye, ji ANF'ê re nirxand.

'ERDOGAN DI PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE JI DIL NEBÛ'

Eskîîzmîrlîler bal kişand ser polîtîkayên dîrokî yên AKP'ê û got, "Pêvajoya ku AKP'ê di destpêka sala 2002'an de da destpêkirin, pêvajoyeke ku di destpêke de hate pênasekirin. AKP tevgereke siyasî ye, ku ji destpêka desthilatdariya xwe ve konsepta tahkiyeyê bi kar tîne. Ajandayeke xwe hebû. Ev ajanda li gorî konjonkturê hate guhertin û hate bikaranîn. Lê belê ji aliyê giştî ve weke berê bû. Rejîma Erdogan, îro jî bi dîktatorî ya jî faşîzma sivîl dewam dike."

Eskîîzmîrlîler têkiliya AKP'ê bi Tevgera Fethûllah Gulen re nirxand û got, "AKP'ê ij destpêkê ve bi Tevgera Gulen re hegemonya xwe di nava dewletê de çêkir. Ji xwe bi vê hevgirtinê re li ber wesayeta leşkerî rabû û hêzên demokrasiyê piştgirî da wan. Kengî ev kar qediyan, têkiliya xwe bi Tevgera Gulen re birî û dest bi restorekirina dîktatoriya xwe bi tena serê xwe kir."

Di dewama axaftina xwe de Eskîîzmîrlîler destnîşan kir, ku AKP û Erdogan di 'pêvajoya çareseriyê' de ji dil nebûn û ev nirxnadin kir: "Mûxalefeta herî mezin a li Tirkieyê, têkoşîna azadiyê ya Kurd e. Ev pêvajo, ji bo tevizandina wê hate amadekirin. Lewma Lewma, têkiliya HDP'ê bi tevgera azadiyê ya Kurd re, di meha Hezîranê de bi serketinekê qediya. Pêvajo bi temamî veguherî dijberiya tevgera azadiyê ya Kurd. Ji wê jî wêdetir, veguherî dijberiya Kurdan. Şerê navxweyî yê 10 mehan, navê vê yekê bû. Bingeha hiqûqî ya tifaqa AKP-MHP û CHP'ê ya di refeandûmê de bi dest xist, bi vî rengî hate avakirin."

'JI BO ZANÎNGEHAN VALA BIKE...'

Eskîîzmîrlîler diyar kir, Erdogan bi zanebûn êrîşî akademîsyenan kiriye û got, "Ev rêxistinbûn, toreke ku bi qasî 200 akademîsyen li hev civand û ji bo destekdayina pêvajoya aştiyê ava bû. Heta belavoka 11'ê Çileyê bi qasî 12-13 belavok hatin belavkirin. Ti ji van ne bala çapemeniyê, ne jî ya raya giştî kişand. Lê belê, belavoka 'em ê hebin hevparê sûcê we' ya 11'ê Çileyê ku il ser şerê navxweyî yê plana têkbirina tevgera azadiyê ya Kurd ku bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan hate weşandin, tevî ku bala raya giştî nekişand, yekser bû hedefa êrîşa Erdogan. Ya rast, ev êrîşa Erdogan ne ji ber naveroka belavokê û ne ji ber 'xeteriya' rêxistinbûna li pişt vê bû. Ji bo derbasî faşîzma şexsekî bibe, ji bo zanîngeha vala bike, ev kir. Ji xwe ev belavok ji 10-15 hevokan pêk tê û ji bilî aştiyê tiştek lê nayê nehatiye nivîsandin."

NERAZÎBÛNA LI EÛTELSATÊ

Selîm Eskîîzmîrlîler di dewama axaftina xwe de, nerazîbûn nîşanî hewldana Eûtelsatê ya jib o girtina televîzyonên Kurd da û got, "Vê saziyê berî 6 mehan dest bi pêvajoya girtina televîzyonên Kurd kir. Ji ber penaberan, Ewropayê serî li ber şantaja Tirkiyeyê tewand. Em nizanin wê niha encameke çawa bi dest bikeve. Lê belê divê ev yek bi zelalî were gotin; Di navbera dewletên hiqûqê yên li Ewropayê û hikumeta Tirk a ku berê xwe ji hiqûqê zîvirandiye, aloziyeke cidî heye. Ev rewşa aloz dikare şantajên ku demeke tê kirin, ji holê rake. Lewma divê hêzên demokratîk, tevgera azadiyê ya Kurd û rêxistinên civakî yên sivîl li ser vê bingehê li hev bicivin û ji bo têkbirina rejîma Erdogan têbikoşin."