Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ku hatine windakirin bipirsin li Qada Galatasarayê ya Stenbolê cara 636'emîn hatin cem hev.
Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in winda li Kû ne" hate vekirin û wêneyên windayan û dowîz hatin hilgirtin. Serokwekîla Koma HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu, parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes beşdar bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mele Şehmus Oncu yê ku sala 1953'an li qada gund hate înfazkirin û kurê wî Mehmet Siddik Oncu yê ku sala 1993'an li heman gundî hate binçavkirin û kuştin hate pirsîn û daxwaza edaletê hat kirin.
'GER CIVAKEKÎ DEMOKRATÎK NEBE, WÊ SÛÇÊN MIROVAHIYÊ BIDOMIN'
Di çalakiyê de destpêkê birayê Hasan Ocak, Alî Ocak axivî û wiha got: "Em di pêvajoyeke wiha de dijîn ku bêadelatî li her derê ye. Desthilatdar ji ber ku bi sûcên li dijî mirovahiyê re hevrû nabin em qatlîamên nû dijîn."
Ocak destnîşan kir ku divê civak li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê yên bi salan e tên kirin derkevin û ew dixwazin di civakeke dadmend û demokratîk de bijîn, ger ku ev nebe wê sûcên li dijî mirovahiyê berdewam bike. Keça Ahmet Kaya yê di qatlîama Basayê de, sala1996'an hate kuştin Emîne Kaya Erbek jî wiha got: "Bi salane em êşê dikişînin. Bi salane em tên vê qadê û rûdinin. Ji ber ku em aştiyê dixwazin."
Erbek bang li rayedaran kir û wiha got: "Êdî bes e ma hûn xwîna ku diherike nabînin? Êdî bes e bila ev xwîn neherike. Me em ji ber tirsê dibêjin êdî bes e? Na. Em aştiyê dixwazin. Mirin ne çareserî ye."
Serokwekîla Koma HDP'ê Kerestecîoglu jî got "êş her ku diçe zêdetir dibe" û wiha domad: "Em naxwazin di nava vê şermê de bijîn. Leşker û gerîlayên ku dimirin mirovên vî welatî ne. Êdî em şer naxwazin. Em 40 sal in vê dibêjin. Pêdiviya me bi demokrasiyê heye. Em rojên bi aştiyê dixwazin."
Parlamenterê CHP'ê Tanrikulu jî wiha got: "22 sal in em li vî qadê ne. 15 sal bi vê desthilatdariyê derbas bû."
Tanrikulu bal kişande ser AKP'ê û wiha axivî: "Dema ku 2002'yan hatin ser kar ne tundî nebû. Welatekî bê tudî dewr girtin lê niha li her derê welat Rewşa Awarte heye, tundî û şer heye."
Tanrikulu gotina Serokomarê Tirk Tayyîp Erdogan, ku digot "heta aramî pêk neyê Rewşa Awarte ranebe" bi bîr xist û pirs kir: "Ger ku sedema bêaramiyê hûn bin wê çawa be?" .
'66 SALÊN BÊ EDALETÎ....'
Piştî axaftina Tanrikulu, nameya kurê Mehmet Siddik Oncu yê ku di 21’ê Hezîrana 1993’yan de di binçavan de hat windakirin, ya Lezgîn Oncu hate xwendin. Oncu, diyar kir ku ew ji ber karên xwe yên Amedê ne kariye tevlî çalakiyê bibe, nameya ku şandiye wiha ye: “Destpêkê kalê min piştre bavê min em mehkûmê bêdadiya 66 salî kirine. Hemû kes qatilên wan dizanin. Ger beriya niha bihata pêkanîn min ê îro ji were name nenivîsanda. Wê sibê zarokên wekî min name ne nivîsandana.”
ÇÎROKÊN WAN
Piştî ku name hate xwendin, daxuyaniya vê hefteyê ji mirovên şemiyê Nîmet Tanrikulu ve hat xwendin. Tanrikulu, da zanîn ku ji bo ew bigihijin civakek ku hemû kes durî zilmê û di nava aramî û rihetiyê de bijîn divê dewlet sûcên ku kirine qebûl bike, dadê bicih bîne, pêşiya van sûcan bê girtin û di civakê de ku hiqûq serwer nebe hemû kes di nava rîskê de ne.Tanrikulu, anî ziman ku sala 1953’yan leşkerên ku hatin gundê Rubere yê navçeya Çinara Amedê meleye gund Mele Şehmus Oncu li qada gund îşkence kirin, bi çekê qetil kirine û wiha pêde çû: “Sedema mirina wî wekî ‘întîxar’ derbasî qeydên fermî bû û bi ser bûyerê de girtin. 40 sal piştî bûyerê, di 21’ê Hezîrana 1993’yan de leşkerên girêdariy Fermandariya Çinarê bi ser gundê Qerqatê yê navçeya Çinara Amedê de girtin. Leşkerên ku ketin mala malbata Oncu vê carê Mehmet Siddik Oncu yê ku dema bavê wî hate qetilkirin 40 rojîbû binçavkirin. Wekî bavê xwe ew jî li qada gund rastî li îşkenceya giran hat. Piştre birin Fermandaraiya Komando a Çinarê. Malbata Oncu ku ji Mehmet Siddik Oncu agahî ne girtin 8’ê Tîrmeha 1993’yan li morga Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê gihiştin cezeyê wî yê şopên îşkencê li ser in. Mehmet Siddik Oncu li pey xwe zaroke ku wê piştî 40 rojan bê dinê û bi giştî 6 zarok hiştin.”
Tanrikulu, destnîşan kir ku mirina Oncu jî wekî yê bavê wî şaş derbasî qeydên fermî hatiye kirin û wiha domand: “Li gorî qeydan Oncu li nezaretê nehatiye girtin, îşkence ne dîtiye û ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye. Dosyaya ku gotin hemû hewldanên malbatê bê encam man û di hiqûqa navxweyî de hat girtin lê DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kir. Şîna malbata Oncu ya 64 salan kurteya zilma li ser vê axê ye. Êdî bese, bila ev zilma ji bav derbasî kur bûye bi dawî bibe. Êdî bese, bila li ser vê axê hemû kes bi nasname û baweriya xwe bijîn. Em dixwazin bêcezakirina di dosyaya Şehmus Oncu û Mehmet Siddik Oncu bi dawî bibe.”