ROJANE
Hemû Nûçe
-
Di 4’emîn salvegera Geziyê de soza têkoşînê hate dayîn
Bi hezaran kes di 4’emîn salvegera berxwedana Geziyê de li Taksîmê hatin ba hev û soza “Hê neqediyaye, têkoşîn didome” dan. -
Li Mannheîmê zextên li ser çapemeniyê hat protestokirin
Li bajarê Elmanya Mannheîmê daxwaza azadiyê ji bo rojnamevan Meşale Tolû û Denîz Yucel hat xwestin, biryara qutkirina weşanên Stêrk Tv, Ronahî Tv û News Channel a ji aliyê Eûtelsatê ve jî hat protestokirin. -
Hûnko: Gelo agahiyên li Încîrlîkê ji DAIŞ’ê re diçin?
Parlementerê Elman Andrej Hûnko di semînera “Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de rola Kurdan” de axivî û got:“Gelo agahiyên li Încîrlîkê tên komkirin ji ser Tirkiyeyê ji DAIŞ’ê re diçin? Di vî warî de gumanên me hene.” -
Li Berlînê semînera li ser ‘Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de rola Kurd
Li Berlînê di semînera “Di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de rola Kurdan” de nûnerên Rojava û Başûrê Kurdistanê û siyasetmedarên ji Ewrûpayê hatin gel hev. -
'Binçavkirina rojnamevan Guzupek û Ertaş şermezar dikîn'
Însyatîfa Rojnamevanên Azad, binçavkirina rojnamevan Zekeriya Guzupek û Mehmet Alî Ertaş şermezar kir û wiha got: "Binçavkirin û girtinek din, qerneya Tirkiyeyê a xirab, xirabtir dike." -
Krîza Încîrlikê: Gabrîel tê Tirkiyê
Ragêşiya di navbera Tirkiyê û Elmanya de ya ji ber sedema ku Tirkiye destûr nade ku wekîlên Elman leşkerên Elman bibînin, didome. -
MPKE rapora xwe ya li ser referandûma 16'ê Nîsanê eşkere kir
Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE), rapora xwe ya derbarê referandûma 16'ê Nîsanê de eşkere kir. Meclîsê, ji rewşa awarte bigire û heta biryara desteya bilind a hilbijartinê, di gelek mijaran de îşaret bi binpêkirinan kiriye. -
44 welatiyên Elman li Tirkiyeyê girtî ne
Derket holê, 44 welatiyên Elman li Tirkiyeyê girtî ne. Dewleta Tirk van dîlgirtiyan li dijî hikumeta Elman weke qerta bazarê bi kar tîne. Mafê şêwirmendiyê yê konsolosxaneya Elman ji bo van girtiyan tê astengkirin. -
Rola Kurdan a di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de wê li Berlînê bê nirxand
Li paytexta Elmanya Berlînê wê bi sernavê "Rola Kurdan a di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de" semînerek ji bo rojekê were lidarxistin. -
DYA, dest bi sewqiyata çekan a ji bo YPG’ê kir
Rayedarên Wezareta Parastinê yê DYA’yê, diyar kir ku sewqiyata çekan a ji bo YPG’ê dane destpêkirin. -
HDP: Tekane rê Ocalan û têkoşîn e
HDP’ê encamnameya civîna Meclîsa Partiyê daxuyand. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku dixwazin wekî ku pêvajo didome bidin nîşandan û diyar kirin ku aştî bi têkoşîn û Ocalan dikare pêk bê. -
‘Salvegera Geziyê destpêkekî nû ye’
Bavê Berkîn Elvan Samî Elvan û Berdevkê Platforma Geziyê û Şehîdên Geziyê Volkan Kesanbîlîcî, diyar kirin ku salvegera Berxwedana Geziyê despêkekî nû ye. -
HDP’ê peywirdarên nû diyar kirin
HDP’ê, piştî kongreyê, peywirdarên xwe yên nû diyar kirin. -
Baydemîr: Li dijî hiqûqa dagirkeriyê em ê li ber xwe bidin
Berdevkê HDP’ê Baydemîr, diyar kir ku AKP naxwaze rastiya darbeyê derxe û dixwaze xwe ji vê rizgar bike. -
Ayşe Denîz Karacagîl li Reqayê şehîd ket
Berxwedêra Gezî ya Antalyayê Ayşe Denîz Karacagîl di pêngava azadkirina Reqayê ya ji DAIŞ'ê de, şehîd ket. -
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ava bû
Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê hate ragihandin. -
Li Bexdayê dîsa teqînek çêbû
Piştî teqîna duh bi şev, danê vê sibehê jî teqînek li Bexdayê çêbû. -
Kurdan gelê Manchesterê bi tenê nehiştin
Kurdistanî, ji bo piştgiriyê bidin gelê Manchesterê ku bû armanca terora DAIŞ'ê, li hev civiyan. -
Wekîlê Swêdî: Li Tirkiyeyê sekneke xurt a dijber heye
Wekîlê Swêdî Rîazat diyar kir, ku di dema serdana Tirkiyeyê de dîtiye, AKP'ê gelek kes mexdûr kiriye û li dijî vê yekê jî sekneke xurt heye. -
Li girtîgeha Gebzeyê îşkence li girtiyan tê kirin
Li Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Gebzeyê, zextên giran û îşkence êdî bi rêk û pêk tên kirin. Li cihên jê re 'binê derî' tê gotin, di bin navê saxkirinê de îşkence li girtiyan tê kirin. -
Li Bexdayê êrîşa bi wesayîta bombebarkirî: 11 mirî
Li Bexdayê, bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hate kirin. Di bûyerê de herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 47 kes jî birîndar bûn. -
'Desthilatdariyê, Gulmen û Ozakça di nav lepên mirinê de hiştiye'
Sekreterê Giştî yê Odeya Tabîban Dr. Menguç diyar kir, hîndekar Gulmen û Ozakça yên di greva birçîbûnê de ne, di nava lepênmirinê de hatine hiştin û got, divê her du hîndekar tavilê bên berdan. -
Rêveberê HDP’ê yê Rihayê hate binçavkirin
Rêveberê HDP’ê yê Rihayê Mehemet Bînîcî hate binçavkirin. -
Qeyûm, navê Îsmaîl Beşîkçî jê bir!
Li Bazîdê Qeyûm, Rêya bi navê Îsmaîl Beşîkçî guherand. -
'Li rojavayê Mûsilê 49 tax hatine kontrol kirin'
Artêşa Iraqê ragihand ku li rojavayê Mûsilê 49 tax xistine bin kontrola xwe.