Li Mannheîmê zextên li ser çapemeniyê hat protestokirin

Li bajarê Elmanya Mannheîmê daxwaza azadiyê ji bo rojnamevan Meşale Tolû û Denîz Yucel hat xwestin, biryara qutkirina weşanên Stêrk Tv, Ronahî Tv û News Channel a ji aliyê Eûtelsatê ve jî hat protestokirin.

Li ser banga HDK-A Mannhemîmê çalakiyek hat lidarxistin û di çalakiyê de daxwaza azadiyê ji bo rojnamevan Meşale Tolû û Deniz Yucel ku li Tirkiyeyê girtîne, hate xwestin. Di çalakiyê de biryara qutkirina weşanên Stêrk Tv, Ronahî Tv û News Channel a ji aliyê Eûtelsatê ve jî hate protestokirin.

Çalakiya ku axaftinên bi zimanê Elmanî hatî kirin li pêşiya HBF Mannheîmê hate lidarxistin.