ROJANE
Hemû Nûçe
-
Merasîma Xelatan a nûçegihantiyê ya Mûsa Enter hate qedexekirin
Qeymeqamtiya Beyolûyê, merasîma Xelatan a Mûsa Enter û Şehîdên Çapemeniya Azad a ku îsal ya 25’emîn tê lidarxistin, qedexe kir. -
Çalakiya ciwanan a ji bo ‘azadiya Ocalan’
Li Swîsreyê li bajarê Cinêvê Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu’ çalakiya standan a ji bo du rojan dan destpêkirin. -
Artêşa Tirk a dagirker li sînorê Idlibê leşkeran zêde dike
Artêşa Tirk a dagirker hêzekî zêde ya çek û cebilxaneyan li ser sînorê parêzgeha Idlib a Sûriye ku di bin dagirkeriya çeteyên Heyit Tehrîr El-şam de ye, zêde dike. -
Li Tarsûsê zexta li ser girtiyên jin ên di grêvê de ne, zêde dibe
Li Girtîgeha Tarsûsê zexta rêveberiya girtîgehê ya li ser girtiyên siyasî yên jin ku ketine grêva birçîbûnê zêde dibe. Girtî û malbatên wan ji raya giştî dixwazin ku dengê xwe derxînin. -
ANF li Hewîce ye: Agahiyên destpêkê yên li ser operasyonê
Fermandarê Heşdî Şabî li ser operasyona Hewîceyê ji ANF'ê re axivîn û diyar kirin, ku operasyon wê qonax bi qonax were meşandin. Ji fermandarên operasyonê Amîd Hemîd got, ew parêzvanên tevahiya axa Iraqê ne. -
HDP’ê ji bo girtiya nexweş Hediye Adiyaman pirsname da
Parlamentera HDP’yî Besîme Konca, rewşa girtiya nexweş, dayika 5 zarokan Hediye Adiyaman bire Meclîsê. -
21 mêrên ku îstîsmara zayendî li zarok kirin hatin berdan
AKP kesên ku ji hişmendiya wê ne berdide: 21 îstîsmarkarên zayendî hatin berdan! -
Pirsgirêka Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd e -GOTAR
Bêguman, Kurd dixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin di nava demokrasiyê de û bi wî rengî ku mafên xwe yên demokratîk ên sereke li ser esasê azadiyê bi dest bixin. Lê belê dema ku koletî û qirrkirin li gelê Kurd hat ferzkirin jî ew ê heta dawiyê li ber xw -
Artêşa Iraqê dest bi operasyona Hewîceyê kir
Li navçeya Hewîce ya Kerkûkê, ku ji sala 2014'an û vir ve ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin, operasyonê dest pê kir. -
Parêzerên Gulmen û Ozakça jî hatin girtin
Beriya danişîna Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça a 14’ê Îlonê bi du rojan 16 parêzerên wan hatibûn binçavkirin, ji van 14 jê hatin girtin. -
Berjewendiyên şîrketên dîsa derketin pêş
Kampanyaya îlanê ya ji bo welatiyên Elman ê ku rejîma Erdogan ew rehîn girtine werin berdan, dihate xwestin li Tirkiyê bikin, ji ber ku şîrketên Elman destek nedan, hate betalkirin. -
Ji bo azadiya Ocalan li 4 bajarên Swîsreyê çalakî pêk hatin
Kurdistanî li 4 bajarên Swîsreyê daketin qadan û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. -
Ozsoy: Di ser miriyan re li dijî zindiyan şer dikin
"Li nava Komara Tirkiyeyê, mafê kê heye ku bikuje ya jî li ser nirx û wateya mirinê hikum bike? Dewletê bi gotinên mîlîtarîst, çanda şehadetê gelekî belav kiriye." -
Rojeva Rojê
20'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Baydemîr: Em ê faşîzmê di gora dayika Hatûn a mayî vala de binax bikin
Gelê Wanê ji bo mîtînga Wijdan û Edaletê ya ji aliyê HDP’ê ve hate lidarxistin, li Qada Aştiyê ya Mûsa Enter li dijî faşîzmê qîr kirin. -
Li Kopenhagê konê ‘Ji Ocalan re azadî’ hate vedan
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hate lidarxistin. -
MLKP: Dayê Guzel Şahîn nemire
MLKP’ê têkildarî dayîka şemiyê Guzel Şahînê daxuyaniyek weşand. -
YPS: Sê rêhevalên me ji ber bomberdûmanê gihiştin şehadetê
YPS’ê diyar kir ku şervanên wan ên bi navê Arjîn Amed, Mervan Amed û Şîlan Zerya gihiştine şehadetê. -
NAV-DEM’ê ji bo Demîrcî sersaxî xwest
NAV-DEM’ê ji bo Welatparêzê Kurd Abdulhalûk Demîrcî peyama sersaxiyê da. -
Dayîka Şemiyê Guzel Şahîn jiyana xwe ji dest da
Guzel Şahîn, ku piştî xwîn rijiya ser mejî dihate tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. -
Rûxandina Sûr û Heskîfê di rojeva Neteweyên Yekbûyî de ye
Polîtîkaya rûxandina Sûr û Heskîfê ya dewleta Tirkiyeyê kete rojeva Neteweyên Yekbûyî. -
QSD'ê ragihand: 80 ji sedî yê Reqayê hatiye rizgarkirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)'ê ragihand, ku di nava 5 rojên dawî de li gel taxên Tişrîn, Rimêla û Rewda gelek cihên girîng ên li bakurê Reqayê hatine rizgarkirin û got, 80 ji sedî yê Reqayê ji çeteyan hatiye paqijkirin. -
Elmanya wê di Cotmehê de 78 Milyon Euro bide Erdogan!
Tevî krîz û aloziya navbera hikumeta Elman û rejîma Erdogan, derket holê ku Elmanya wê meha Cotmehê di çarçoveya peymana penaberan de 78 milyon Euro pere bide Enqereyê. -
Encamnameya Şêwira Rojhilatê Kurdistanê hate eşkerekirin
Encamnameya Şêwira Rojhilatê Kurdistanê, ku di navbera 16-17'ê Îlonê de hate lidarxistin, hate eşkerekirin. -
Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Dortmûndê ne
Nobeda "Azadî ji Ocalan re", ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dewam dike, di hefteya 273'an de ye.