ROJANE
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk anî ziman ku qanûna bê amadekirin divê bi hevdîtina bi muxataban li ser zemîneke hevpar bê avakirin û got, "Bi feraseta 'min kir û bû' mesele çareser nabe."
Eren Keskîn destnîşan kir ku divê mercên jiyanê û kar ên azad ji bo Rêber Apo bêne afirandin û got, "Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re ya kesekî ku weke muzakerevanê sereke tê qebûlkirin, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêvajoyê ye."
Civaknasê Îtalî Dr. Dario Azzelini diyar kir ku eger çareserî û aştiyeke mayinde tê xwestin, divê Rêber Apo bibe parçeyekî pêvajoya muzakereyê û got, "Kesê ku xwedî lîderî, nêzîkatiya teorî û karîzmaya ku dikare vê pêvajoya muzakereyê bimeşîne Ocalan e."
Ji Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan guhertinên qanûnî yên têne nîqaşkirin nirxand û got, ji bo çareseriyeke mayinde divê gavên şênber ên cihê baweriyê bêne avêtin. Karayilan pirsa "Gelo ev qanûn wê her tiştî bigire nava xwe?" pirsî.
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat rexne kir ku qanûna divê were Meclîsê, ji aliyê desthilatdarî ve dereng tê xistin û got, pêvajo li ser gotina “terorê” meşandin, ji bo çareserî û demokratîkbûnê encamên baş nade.
Hemû Nûçe
-
Komkujiya 5'ê Hezîranê: Polîsan bombe parastine!
Dîmenên nû yên komkujiya 5'ê Hezîrana 2015'an a li Amedê derketin holê. Di dîmen de tê dîtin, ku kûçikê li bombeyê digere berê xwe dide qutiya çopê ya bombe tê de bû, lê polîs kûçik ji wî alî ve vedikişîne.
-
Li Girtîgeha Tarsûsê lêxistin û êşkence
Diyar bû ku 12 girtiyên ku ji Girtîgeha Edene Kurçulerê Tîpa F’yê sewkî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê kirin,ji ber ku qebûl nekirin ku wan tazî bikin û wiha wan seh bikin, gardiyanan li wan xistin.
-
-
KNK: Divê cîhan rêzê ji vîna gelê Kurdistanê re bigire
Konseya Rêveber a KNK'ê, îradeya li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê-Bakurê Sûriyeyê di referandûm û hilbijartinê de hate nîşandan pîroz kir û ji hemû hêzên hundir û derve xwest, ku bi rêzdarî nêzî vê îradeyê bibin.
-
Derket holê, ku parêzerê Tirk kuryeyê DAIŞ'ê ye
Parêzerê Tirk Mûtlû Gunal, ku li Elmanyayê parastina endamên çeteya DAIŞ'ê dike, ji ber "piştgiriya ji bo rêxistina terorê" kete ber lêpirsîna dozgeriya federal. Tê gotin, ku Gunal alîkarî daye kesên xwestine tevlî DAIŞ'ê bibin.
-
Rojeva Rojê
26'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş...
-
-
Ji bersûçê Qetlîama Enqereyê provakasyon
Di rûniştina Doza Qetlîama Enqereyê de, Mehmeddîn Baraç ê ku ji ber endamê DAIŞ’ê ye tê darizandin heqaret li şehîdên PKK’ê kir, malbat û parêzeran nerazîbûn nîşan da. Ji bo rûniştina dozê navber hate dayîn.
-
-
-
-
Ayboga: Meşrûiyeta ÛNESCO'yê li Sûrê qediya
Hewldana Parastina Heskîfê û ji damezrînerên Platforma 'Na ji hilweşandina Sûrê re' Ercan Ayboga nerazîbûn nîşanî ÛNESCO da, ku li ber êrîşên qirker ên dewleta Tirk bêdeng ma.
-
MSD: Êrîşa Rûsyayê destekdayina terorê ye
MSD'ê êrîşa Rûsyayê ya li hemberî hêzên QSD'ê yên li Dêra Zorê şermezar kir û got, "Em êrîşên Rûsyayê şermezar dikin û dibêjin ku ev êrîş destekdayîna terorê ye. Her wiha em ji Rûsya dixwazin ku bi erka xwe ya şerê terorê rabe."
-
Akademîsyen Gulmen rakirin servîsa lezgîn
Akademîsyen Nûriye Gulmen, ku biryarnameyê ji kar hate derxistin û li dijî vê yekê ev 202 roj in di greva birçîbûnê de ye, ji Nexweşxaneya Girtîgeha Sîncanê rakirin servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Nûmûne ya Enqereyê.
-
SETA li Parîsê ji bo MÎT’ê dixebite
Peywirdara lêkolînê ya weqfa SETA’yê Merve Seren, li ser navê MÎT’ê li Parîsê saziyên Kurdan digere û agahiyan kom dike. Seren, navê Altan Tan bi kar tîne û dixwaze bi Kurdan re têkiliyê deyne.
-
-
Ji DYA û Îngilîstanê daxuyaniyên li ser referandûmê
Di daxuyaniya DYA de hat gotin, "Ji bo têkbirina DAIŞ û qelskirina Îranê, em hêvîdar in wê Iraqeke yekbûyî be." Îngilîstanê jî got, "Cihê xemgîniyê ye ku beşeke ji lîderiya Kurd, pêşniyara alternatîf red kiriye."
-
Dûran Kalkan: Dewlet li ber têkçûnê ye
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan destnîşan kir, ku Erdogan ji bo desthilatdairya xwe biparêze vê hovîtiyê dike û gotin, "Hemî lingên vê dewletê şikestine, dewlet li ber têkçûnê ye."
-
-
Rojeva Rojê
25'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş...
-
-
-
-
-