Dûran Kalkan: Dewlet li ber têkçûnê ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan destnîşan kir, ku Erdogan ji bo desthilatdairya xwe biparêze vê hovîtiyê dike û gotin, "Hemî lingên vê dewletê şikestine, dewlet li ber têkçûnê ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya 'Ulkeden' a Medya Haber TV û bersiv da pirsên rojnamevan Dervîş Eren.

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Kalkan di destpêkê de işaret bi çalakiyên gerîla kir û got, "Li pêşberî xet, nêrîn û çalakiyên gerîla, ti hêz nikare bisekine. Li pêş çavan e bê dewleta TC a ku pesnê xwe dida ku artêşa wê duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê ye. Lê welê hatiye ku nayê naskirin... Di dema dawî de ji ji Şemzînanê heta Dersîmê çalakiyên gerîla yên hilweşîner tên kirin. Dema ku ev bi pêngavên QSD'ê yên li Reqa û Dêra Zorê digihêjin hev, tabloyeke bi vî rengî derdikeve holê: Li çar parçeyên Kurdistanê, li pêşberî berxwedana gerîla ya li ser xeta Apoyî, hemû hêzên faşîst ên li herêmê hildiweşin. Ev berxwedan, DAIŞ, El Qaîde, AKP û MHP'ê têk dibe. Kî ji xwe re dibêje 'ez faşîst im' bila derkeve pêşberî vê hêzê. Ev hêz wê hemûyan hilweşîne."

DEWLET LI BER HILWEŞÎNÊ YE

Kalkan bi bîr xist, ku Tayyîp Erdogan got; ji bo parastina dewletê bikaranîna çiqas tank û balafiran pêwîst be, ew ê bi kar bîne û wiha dewam kir: "Ev yek tê wateya hovîtiyê. Dibêje ku van hemûyan ji bo parastina dewletê dike. Yanî ev dewlet li ser piyan nikare bimîne. Lingên wê hatine şikandin, li ber hilweşînê ye. Ji bo pêşî li hilweşînê bigre, li ber digere, dixwaze PKK'ê ji berxwedanê vegerîne."

Dûran Kalkan anî ziman, ku têkildarî polîtîkayên tepisandin û zextê yên AKP'ê yên li Kurdistanê, divê cîhan hê bêhtir deng derxîne û got, "Qala peymana mafên mirovan a Ewropayê, peymana mafên mirovan a gerdûnî pîvana mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî tê kirin.  Eger ev ê li Kurdistanê bi cih were anîn, hingî wê derkeve holê ku her tişta faşîzma AKP-MHP'ê li Kurdistanê kiriye û dike, sûcê li dijî mirovahiyê ye."

MÎTÎNGÊN HDP'Ê GIRÎNG IN

Kalkan li ser mîtîngên HDP'ê yên li dijî faşîzmê û yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev nirxandin kir: "Daketina kolanan a gel, rabûna li ber qirkerî û faşîzma AKP-MHP'ê û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sekneke wêrekî, leheng û fedakar e. Mîtîngên HDP'ê yên di dema dawî de li Stenbol, Wan, Amed û Edeneyê hatin lidaxistin girîng û dîrokî ne. Li hemberî atmosfereke tirsê ya hatiye afirandin,b erxwedanek heye. HDP, HDK, ESP, Partiya Şoreşger van çalakiyan dike."

DAXWAZA 'AZADÎ JI OCALAN RE'

Kalkan destnîşan kir, ku karê ji bo pêkanîna azadiya Ocalan, şertekî mirovbûnê ye û got, "Xwestina azadiya Reber Apo ne tenê daxwaza gelê me û partiya me ye. Ya rast, daxwazek ji bo mirov û demokratbûnê ye. Pîvana demokratbûn û antî faşîst, daxwaza azadiya Rêber Apo ye. Çalakî û seknên li vê xetê nayên, em wan demokratîk nabînin."

REFERANDÛMA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Di dewama axaftina xwe de Dûran Kalkan referandûma li Başûrê Kurdistanê hate kirin nirxand û bal kişand ser gefên dewletên derdorê. Kalkan diyar kir, ku wan kiribûn hemû hêzên qirker û faşîst ên il Kurdistanê bi hev re nakok bin, bi hev re şer bikin û anî ziman, ku ev hêzên qirker bi referandûmê re bûne yek û ji nû ve li ser şerê li dijî Kurdan li hev kirine.

Kalkan ev nirxandin kir: "Wê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê li hev biciivya û li Rojhilata Navîn demokrasiyek mînak a Kurd derketibûya holê. Yekîtiya Kurdan a demokratîk dihate afirandin. Pêşî li wê hate girtin û hate sabotekirin. Hêzên ku pêşî li wê girtin, referandûm derxistin holê. Ev îdîa nîne. Dikarim navê kesên ku ev kirine jî bikim. Ti eleqeya vê bi PDK'ê re nîne. Ti rola PDK'ê di vê referandûmê de nîne.

Serxwebûna polîtîk, şêweyê pêkhatina pratîkî ya serxwebûna îdeolojîk-felsefî-ramanî ye. Pêwendiya serxwebûn û azadiyê bi demokrasiyê heye. Demokrasî jî bi yekîtiyê pêk tê. Ev maf in û ne cihê nîqaşê ne. Eger ev yek wê bi referandûmekê were kirin, ev mafê her kesî ye."

REFERANDÛM JI STATUYÊ WÊDETIR VEGUHERÎ BAZARIYÊ

Kalkan destnîşan kir, ku referandûm ne bû hewldanek ji bo diyarkirina statuyê, veguherî bazariyekê. Kalkan got, "Veguherî wê yekê ku PDK ji nû ve qezenca aborî-siyasî bike, karibe ji nû ve hilbijaritnê bike û bi ser bikeve. Veguherî wê rewşê ku ji nû ve karibe desthilatdariyê bi dest bixe. Li holê sekneke demokratîk nîne. Meclîs kar nake, biryarê nagire. Kongreya Neteweyî nîne. Parçeyên din ên Kurdistanê ne di nava vî karî de ne. Sibe hin hêz dikarin rabin ji nû ve tinekirin û înkarê ferz bikin. Ji xwe Îran, Iraq û Tirkiye bûn yek û gef xwarin."

HILBIJARTINÊN KOMUNAN ÊN LI ROJAVA

Kalkan bi bîr xist, ku yên bi salan bi tena serê xwe desthilatdar bûn, nekarîn meclîsê vekin, kar bikin û hilbijartinê bikin, lê li aliyekî jî di nava şert û mercên herî giran ên şer de hilbiljartin hatin kirin, lewma divê qîmetê Şoreşa Rojava bê dîtin.

Kalkan da zanîn, ku li Bakurê Sûriyeyê hîmê sîstemeke nû tê danîn û got, "Sîstemeke demokratîk a xwe dispêre hilbijartinê ava dibe. Rêveber wê bi hilbijartinê bên destnîşankirin. Ev yek tê wê wateyê, ku hêz xwe dispêre herêmê, gel û civakê û bi vî rengî dikeve nava tevgerê. Ev jî esasê demokrasiyê ye. Di serdema îro de demokrasiya ku ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin, demokrasiya xwe dispêre gel e. Rêber Apo ev yek weke demokrasiya rêveberiyên herêmî bi nav kir û navê 'xweseriya demokratîk' lê kir. Jê re got 'konfederalîzma demokratîk' ku hemû cihê rengî xwe bi awayekî azad lê bi rêxistin dike."