ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Ûrmiyê helîkoptera rejîma Îranê kete xwarê
Hat diyarkirin ku li parêzgeha Ûrmiye ya Rojhilat helîkopereke ya rejîma Îranê ketiye xwarê. Li gorî agahiyê çavkaniyê herêmê diyar kirin ku helîkopter hatiye xistin. -
Erdogan heqaretan li Barzanî dike, medyaya PDK'ê bêdeng e
Erdogan ji ber referandûmê heqaretê li Barzanî û Kurdan dike. Erdogan ji Barzanî re dibêje, "Li cihê xwe rûnê. Pere, pûl û petrola te heye. Vehewe. Qaşo wê dewleta serbixwe ava bike." -
Baydemîr: Em ê ne li parlamentê, lê li ber Girtîgeha Edîrneyê bin
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr got, "Destpêka destûrdanînê ya nû de em ê li ber Girtîgeha Edîrneyê bin." Baydemîr diyar kir, ku aştiya Rojhilata Navîn bi hevkariya Kurdan pêk tê. -
Li Bolûyê zextan li girtiyan dikin
Rêveberiya Girtîgeha Bolûyê, li ser kêfa xwe ceza li girtiyên siyasî dibire. -
Bexda: Bi Tirkiyê re li ser karê petrolê me li hev kir
Piştî axaftina bi telefonê ya di navbera Ebadî û Serokwezîrê Tirk Yildirim de ji hêla Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê ve daxuyanî hate dayin û hate gotin, "Tirkiye û Bexda li ser îxracata petrolê li hev kirine." -
Zextên li girtîgehan bûn rapor
Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Îzmîrê ya ÎHD’ê zext û binpêkirinên van 2 mehên dawî yên li girtîgehên Herêma Egeyê kire rapor. -
Li Stenbolê polîsan avêtin ser malan
Li 9 navçeyên Stenbolê, 16 kes di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. -
Serxwebûn û azadî bi têkoşîna bi zêhniyeta demokratîk pêk tê
Heger Kurd dixwazin xwe bigihînin jiyana azad û demokratîk û serxwebûna bi rastî, rêya vê yekê di projeya demokratîkbûyînê ya Rêberê Gelêî Kurd re derbas dibe ku xwe disipêre neteweya demokratîk. -
Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji Dusseldorfê ne
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re', ku li ber avahiya Konseya Ewropayê tê girtin, di hefteya 247. de ye. Komek ji Kurdistaniyên ji Dusseldorfê hatin, vê hefteyê nobedê digire. -
Çavkaniya nû ya talanê: Gaza Şeylê
Li gel bendav, talana daristanan û xisara li xwezayê tê kirin, derxistina gaza şeylê (gaza ji nava teht tê derxistin) bûye navê nû yê talana mêtingeriya li Kurdistanê. -
Şêniyên kampa Lavrîonê li dijî biryara girtinê meşiyan
Biryara girtina kampa Lavrîon a li Yewnanîstanê, ku penaberên Kurd lê dijîn, bi çalakiyeke girseyî hate şermezarkirin. -
Meleyên sîxur ên Erdogan ketine nava panîkê
Meleyên DÎTÎB'ê yên li Elmanyayê li mizgeft, dibistan û girtîgehan ji bo MÎT'ê dixebitin û ditirsin ku karê wan ê sîxuriyê kifş bibe, lêpirsîna ewlekariyê qebûl nakin û dest ji karê xwe ber didin. -
Rojeva Rojê
27'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Parîsê tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin
Kurdistaniyên li paytext Parîs a Fransayê bi armanca azadiya Ocalan çalakiyek lidar xistin. -
Biryara girtinê ya ji bo Bîlgen hatî dayîn, hate rakirin
7’emin Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, biryara girtinê ya têkildarî Parlameterê Qersê yê HDP’yî Ayhen Bîlgen hatibû dayîn, rakir. -
Di doza cinayeta Mûsa Anter de tiştek nayê bîra kesî!
Di rûniştina doza cinayeta Mûsa Anter de Şaredar Tûrgût Atalay ji hemû pirsan re got “Nayê bîra min.” -
Parlamentoya Iraqê rayeya leşker şandinê ya li ser Kerkûkê da Ebadî- NÛ BÛ
Parlamentoya Iraqê li ser rojeva referandûmê kom bû. Parlamentoyê rayeya ‘şandina leşkeran ji bo Kerkûkê’ da Ebadî. -
Barzanî: Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re kevn in û wê bidomin!
Serokwezîrê Iraqê Ebadî daxwaza betalkirina referandûmê, paşvekişandina ji Kerkûkê kir û got ku ‘Hûn şer dixwazin?’ Nêçîrvan Barzanî jî bersiv da û wiha got; “Bi Bexdayê re em daxwaza rêbazên diyalogê ji bo çareserkirinê dixwazin.’ -
Rûniştina Balûken: Tehliye tune, 47 sal cezayê girtîgehê hate xwestin
Rûniştina doza Parlamenterê HDP’ê Îdrîs Balûken hat dîtin. Di rûniştina ku tehliye derneketî de dozger, 47 sal cezayê girtîgehê xwest. -
Dadgeh: Heke Demîrtaş beşdarî rûniştinê bibe em ê bixesirin!
Dadgehê bi hinceta "lêçûna darizandinê" beşdarbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a li rûniştinê red kir. -
Bexdayê seferên balafiran ên Hewlêr û Silêmanî betal dike
Saziya Hewayî ya Sivîl a Iraqê ragihand ku wan agahî dane şîrketên hewayî yên biyanî ku ji roja Înê û pê de wê çûna balafiran a Hewlêr û Silêmî ve werin rawestandin. -
Îran û Iraq dicivin, Tirkiye ji ya xwe vegeriya
Parlamentên Iraq û Îranê ji bo nirxandina referandûma li Başûrê Kurdistanê dicivin. Tirkiye jî ji 'pêkanînên aboriyê' vegeriya. -
Wekîlên HDP'yî: Bi tezkereyê gef li statuya Kurdan tê xwarin
Parlamenterên HDP'yî Aycan Îrmez û Feleknas Ûca diyar kirin, ku bi rêya tezkereyê gef li statuya Kurdan tê xwarin û gotin, "Eger îro agir bi malek li Kurdistanê bikeve, ev ê Tirkiyeyê jî bişewitîne." -
Li Tekîrdagê girtî di greva birçîbûnê de ne
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Nimreya 2’yan Tekîrdagê diyar kirin ku ji 6’ê Îlonê û vir ve di greva birçîbûnê de ne. -
PDK hîn weke berê ye: Deriyê xwe li Rojava girtî ye
Delegeyên PYD'ê û nûnerên partiyên siyasî yên ji parçeyên din ên Kurdistanê ji bo tevlî kongreya PYD'ê bibin hatin, ji ber astengiya Asayîşa PDK'ê nikarin ji Başûr derbasî Rojava bibin.