Parlamentoya Iraqê rayeya leşker şandinê ya li ser Kerkûkê da Ebadî- NÛ BÛ

Parlamentoya Iraqê li ser rojeva referandûmê kom bû. Parlamentoyê rayeya ‘şandina leşkeran ji bo Kerkûkê’ da Ebadî.

Parlamentoya Iraqê îro li ser rojeva referandûmê Başûrê Kurdistanê li hev civiya. Parlamentoyê rayeya ‘leşker şandina ji bo Kerkûkê û herêmên bi nîqaş’ da Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî.

Hat diyarkirin ku Parlamentoyê ji bo parastina xaka Iraqê raye daye. Parlementerên Kurd beşdarî vê rûniştinê nebûn û hat gotin ku ‘Divê hikumet qadên petrolê yên Kerkûkê dîsa têxe bin kontrola Wezareta Petrolê.”

Serokê Fermandariya Giştî yê Iraqê û serokê daîreya îstîxbaratê jî beşdarî rûniştina îro bûn a ku ji bo rojeva referandûmê li hev civiyabûn.