Di doza cinayeta Mûsa Anter de tiştek nayê bîra kesî!

Di rûniştina doza cinayeta Mûsa Anter de Şaredar Tûrgût Atalay ji hemû pirsan re got “Nayê bîra min.”

Rûniştina doza JÎTEM'ê û doza Zanyarê kurd Mûsa Anter (Apê Musa) kirin yek. Rûniştina dozê li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Ji ber salon biçûk bû rûniştina dozê li Salona 17.'emîn Dadgeha Asliyeyê Ceza ya Enqereyê hat dîtin. Parlamenterên HDP'ê Mahmût Togrûl, Behçet Yildirim, Rêveberên HDP'a Enqereyê, Xebatkarên Navenda Hafiza, Platforma Hevpar a Mafên Mirovan (ÎHOP) û gelek kesên din amade bûn. Rûniştina dozê bi tevlêbûna bersûc Savaş Geverkci, Hamît Yildirim û parêzerên mexdûran dest pê kir.

Ajokarê Texsiyê Mehmet Sînanoglu yê Musa Anter ji Otelê bir Seyrantepe ku cihê lê hat kuştin bi riya SEGBÎS'ê tev li rûniştina dozê bû û diyar kir ku heta wî ew danî jî tiştek tune bû û ji bilî wê tiştekî din nizane. Prz. Mehmet Selim Okçûoglû  jî anî ziman ku şahid bi riya SEGBÎS'ê tev li dozê dibe ne bi tendurist e, lê dozger jî got "Em nikarin her kesî bînin vir.’

ŞAREDAR ATALAY: NAYÊ BÎRA MIN!

Piştre bi riya SEGBÎS'ê Midûra Çandê ya Şaredariyê ya wê demê Nevîn Soylûkaya tev li rûniştina dozê bû. Soylûkaya anî ziman ku Anter ji aliyê Midûrê Hunerê ve hatiye dawetkirin. Şaredarê Amedê yê berê Turgut Atalay jî li dijî vê yekê derket.

Şaredarê Amedê yê SHP'î yê wê demê Tûrgût Atalay, anî ziman ku wê demê çûbû Enqereyê û bi wezîr re hevdîtin dikir. Atalay, derbarê hebûna JÎTEM'ê de jî anî ziman ku tu agahiya wî derbarê JÎTEM'ê de tune ye.

Heyeta dadgehê dîsa bi riya SEGBÎS'ê wêneyê Hamit Yildirim nîşanî Ajokarê Texsiyê Mehmet Sînanoglû da û diyar kir ku nas dike ya na. Lê Sînanoglû diyar kir ku ez nas nakim. Bersûc Hamit Yildirim  jî anî ziman ku sûc avêtine ser wî û wiha got: "Ez Mûsa Anter nas nakim. Ez ne kujerê Mûsa Anter im. Ez tenê li dijî PKK'ê me."

DOZ HATE TALOQKIRIN

 Heyeta dadgehê daxwaza girtina bersûc Hamit Yildirim red kir. Dadgehê biryar da ku Hamit Yildirim bi şertê kontrola edlî serbest bê darizandin. Heyetê rûniştina dozê taloqî 20'ê