Siyasetmedara Kurd Gokay Akbûlût li meclîsa federal e!
Siyasetmedara Kurd Gokay Akbûlût, di hilbijartinên giştî yên 24'ê Îlonê yên Elmanyayê de, ji lîsteya Partiya Çep a rêjeya 9,2 ji sedî yê dengan bi dest xist, hate hilbijartin.
Siyasetmedara Kurd Gokay Akbûlût, di hilbijartinên giştî yên 24'ê Îlonê yên Elmanyayê de, ji lîsteya Partiya Çep a rêjeya 9,2 ji sedî yê dengan bi dest xist, hate hilbijartin.
Di hilbijartinên federal ên Elmanyayê de, ku roja 24'ê Îlonê hatin kirin, Partiya Çep 69 parlamenter bi dest xist û bû partiya pêncemîn. Li Koma Partiya Çep, wê jineke Kurd bi nasnameya xwe cih bigire. Namzeta rêza 3. a Partiya Çep a Eyaleta Baden-Wurttembergê Gokay Akbûlût bû yek ji endamên Parlamenta Federal a Elmanyayê.
Li herêma Mannheîmê, ku Akbûlût a 34 salî lê bû namzet, Partiya Çep 9 ji sedî yê dengan stand. Akbûlût bi dirûşma "Sosyal, Wekhevî, Aştî ji bo her kesî" kampanya xwe ya hilbijartinê meşand û destekeke mezin ji dengdêrên Kurdistanî û Tirkiyeyê wergirt.
Akbûlût, ku sala 2007'an dema xwendekara zanîngehê bû, bû endama Partiya Çep, cihê xwe di nava rêveberiya eyaletê ya partiyê de girt. Ji sala sala 2014'an û vir ve endama Meclîsa Şaredariyê bû. Akbûlût ku ji Kurdên ji Kayseriyê ye, yekane namzeta jin û ya koçber a li herêma xwe ya hilbijartinê bû.
Partiya Çep ragihandibû ku eger bib desthilatdar, wê qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê rake. Akbûlût jî destnîşan kiribû, ku wê li hemberî polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan têbikoşe.