Çalakiya ciwanan a ji bo ‘azadiya Ocalan’
Li Swîsreyê li bajarê Cinêvê Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu’ çalakiya standan a ji bo du rojan dan destpêkirin.
Li Swîsreyê li bajarê Cinêvê Jinên Ciwan ên Azad û Ciwanên Azad bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re statu’ çalakiya standan a ji bo du rojan dan destpêkirin.
Ji bo şermezarkirina tecrîda dermirovahiyê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avakirina bihestyariyê çalakiya vekirina standê îro hate destpêkirin.
Ciwanan diyar kirin ku heta tecrîda li ser Ocalan bişkînin wê çalakiya xwe bidomînin û ji ber ku Ewropa piştgiriyê dide Erdogan û li hemberî pêkanînên Erdogan bêdeng dimînin, Ewropa şermezar kirin. Ciwanan tecrîd protesto kirin û bang li hemû ciwanên Kurd ên li Ewropayê kirin ku bila dakevin kolanan û tecrîda li Îmraliyê protesto bikin û azadiya Ocalan biqîrin.