Artêşa Tirk a dagirker li sînorê Idlibê leşkeran zêde dike

Artêşa Tirk a dagirker hêzekî zêde ya çek û cebilxaneyan li ser sînorê parêzgeha Idlib a Sûriye ku di bin dagirkeriya çeteyên Heyit Tehrîr El-şam de ye, zêde dike.

Li gorî nûçaya ANHA’yê ku agahiyan dispêre çavkaniyekî ji parêzgeha Idlibê, diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker , gelek çek û cebilxaneyên lêşkerî li herêma ser sînorê parêzgeha Idlib ya Sûriye zêde kirine.

Hema çavkaniyê destnîşan kir ku hêz û cebilxane li herêma Rîhaniyê ya girêdayî wîlayeta Hetayê hatine bi cihkirin. Artêşa Tirk wesayîtên zirxî, wesayîtên leşkerî, topavêj, çekên giran û leşkerên ji hêzên teybet ên Tirkiyê pêk tên sewqî herêmê kirine.

Rojnameya Daly Sebah a nêzî hikûmeta Tirkiyê demek pêş anîbû ziman ku Enqereyê amadekariyên ji bo ʺoperasyona Hebil El-Werîdʺ li Sûriyeyê bi dawî kirine.

Berpirsyarên nêvneteweyî jî demek pêş gotibûn ku Tirkiye ji ber zêdebûna hebûna çeteyên Tehrîr El-Şam di Idlibê de, berpirsyar e. Nûnerê serokê Amerîka yê Hevpeymana Navnetewî Brett McGûrk di agahiya xwe ya herî dawî de got ku hebûna Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) di Idlibê de têkiliya xwe bi Tirkiyê ve heye û Tirkiyê ji vê yekê berpirsyare.