Li Tarsûsê zexta li ser girtiyên jin ên di grêvê de ne, zêde dibe

Li Girtîgeha Tarsûsê zexta rêveberiya girtîgehê ya li ser girtiyên siyasî yên jin ku ketine grêva birçîbûnê zêde dibe. Girtî û malbatên wan ji raya giştî dixwazin ku dengê xwe derxînin.

Li Girtîgeha Tîpa C a Tarsûsê girtiyên siyasî yên jin ji 19’ê Tebaxê ve bi koman grêva birçîbûnê dabûne destpêkirin. Rewşa koma pêşî ya grêva birçîbûnê ku li dijî sehkirina tazî dema ku diçûne hevdîtinê, li dijî qedexekirina xebatên sosyal û cezayê disîplînê dest bi grêvê kirî hate rewşeke krîtîk. Di koma pêşî de bi çalakgeran re sergêjînek, vereşandin çêdibin lê di helwesta rêveberiya girtîgehê de ti guhertin çênebû, berevajî, êşkenceya qerdiyanan a li ser girtiyan zêde bû.

TEDAWIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ NAKIN, XWARINÊ NADIN

Halîse Balkaş a girtiya siyasî bi rêya telefonê ya bi malbatê re got rewşa hevalên wê yên girtî ne baş e, ji ber ku ew di koma pêşî de bû rewşa wê ya tendirustiyê ne baş dibe. Balkaş diyar kir rêveberiya girtîgehê nahêle ku girtiyên ku rewşa wan ne baş e biçine revîrê, di dema hijmartinê de zehmetiyan ji wan re çêdikin, xwarina 7 kesan didine koxuşên ku 15 kes lê dimînin û xwest ku raya giştî guh bide wan.

BANGA XWEDÎDERKETINÊ

Malbata Balkaş got rewşa keça wan û hevalên wê yên di grêva birçîbûnê de ne baş e, her ku diçe rewşa wan girantir dibe, ji raya giştî xwest li dijî zextên girtîgehan ên li ser girtîgehan bihîstyar bin, xwedî li wan derkevin û berê xwe bidin girtîgehan.