ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nas: Tirkiye tekane dewlet e ku SÎHA’yan di nav sînorên xwe de bi kar tîne
Seroka berê ya Giştî ya Partiya Anavatanê Nesrîn Nas, têkildarî SÎHA’yan ku mijara nîqaşê ye got, Tirkiye tekane dewlet e ku di nav sînorên xwe de wan bi kar tîne. -
Yek ji kesê ku êrîş birî ser cenazeyê Tûglûk, wêneyî wî bi Soylu re derket
Yek ji nîjatperestê ku êrîş birî ser cenazeyê Hatûn Tûgluk, Mûrat Alp, wêneyî wî yê li qereqolê bi Suleyman Soylu re derket. Ev wêneyê Soylu wêneyê ku bi kujerê Hrant Dînk Ogun Samast re hatî kişand bi bîra mirov anî. -
Li Tirkiyê heta niha gelek caran êrîş bi ser cenazeyan de birin
Pitşî êrîşa bi ser cenazeya Hatûn Tûglûk rayedarên hikûmetê weke ku bûyerên wiha cara pêşî pêk tên daxuyanî dan. Lê di nav çend salan de li Tirkiyê bi dehan caran êrîş bi ser cenazeyan de birin, hikûmetên nehişti ku cenaze werin veşartin. -
'Sedema ku welat di vê rewşê de ye ji ber wê siyaseta ne zelal a CHP’ê ye'
Wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Celal Dogan got ji ber siyaseta ne zelal a CHP’ê welat di rê rewşa antî demokratîk de ye û got, ‘’di serdemeke wiha de em dixwazin hevgirtina demokrasiyê ava bikin.’’ -
Kurdistan wê bi Ocalan azad bibe
Endamê Meclîsa Ermenîstanê yê Kurd Hasanov got, ‘Serok Ocalan Kurdistan e’ û bang li hemû Kurdan kir ku tevbigerin. Hasanov got, ‘Kurdistan wê azad bibe.’’ -
Erdogan Barzanî bi MGK’ê gef kir
Erdogan ê ku PDK petrola Başûrê Kurdistanê difiroşeyê û li herêmê baregehên leşkerî ava dike, ji ber referandûmê Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê bi MGK’ê gef kir. -
Tevgera Îslamiya Kurdistanê jî beşdarî rûniştina parlamentoyê nabe
Koma Tevgera Îslamiya Kurdistanê li parlamentoya Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek da û diyarkirin ku li ser aktîfkirina parlamentoyê ti pirs bi wan nehatiye kirin û wê tevlî rûniştina parlamentoyê nebin. -
Tê îdîakirin ku 6 parlamenterên YNK’ê tevlî rûniştina parlamentoyê nabin
Hat îdîakirin ku di dema çend kêliyek mayî ji bo vekirina parlamentoya Başûrê Kurdistanê re, 6 parlamneterên YNK’ê tevlî rûniştinê nabin. -
Rojnamevanê Fransî Laûp Bûreaû hate berdan
Rojnamevanê Fransî Laûp Jean Bûreaû ê li Şirnexê hatî girtin, di rûniştina yekem a doza di derbarê wî de hatî vekirin de, hate berdan. -
Ji bo festîvalê bang: Bi tevlîbûna berfireh em bersivê bidin faşîzmê
Komîteya Amadekar a 25. Festîvala Çanda Kurd a navnetewî diyarkir ku bi tevlîbûna berfireh a ji bo festîvala sibê wê ji bo faşîzma AKP’ê bibe bersivek. -
Ji bo bibe dengê Kolberan bi bisiklêtê çû Tehranê
Derdorparêzê Merîwanî Serîf Bacwer ê bi armaca protestokirina qetilkirina Kolberan a ji aliyê rejîma Îranê ve bi bisiklêtê ji Merîwanê ber bi Tahranê ve kete re, gihişt Tehranê. -
KJK: Dayika Hatûn tim li dijî faşîstan rawestiya ye
KJK, sersaxî ji bo malbata Hatûn Tûglûk a ku jiyana xwe ji dest dabû xwest û got: Bi taybetmendiyên xwe yên Elwîtiyê, bi xwebûyîna rastiya jina Kurd, bi serbilindî û berxwedêriya xwe tim li dijî faşîst û mêrgîngeriyê raswestiya ye.” -
‘Ên girtî ne Sebahat û Gultan lê bi milyon kes in’
Wekîla HDP’ê Beştan ji ber ku Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak nehatin berdan daxuyanî da û got, ‘’Îro yên ku girtî ne, ne Sebahat û Gultan in, bi milyonan kes in. Li Tirkiyê pergala hiqûqê têk çûye.’ -
Meşa 'Azad Bike' kete roja xwe ya dawî
Meşa dirêj a ku ciwanên Kurd ji Dortmûndê dan destpêkirin kete roja xwe ya dawî. -
Li metroya Londonê teqînekê rû da -NÛ BÛ
Li metroya paytexta Îngilîstan Londonê teqînekê rû da. Tê gotin, hin kes ji ber teqînê birîndar bûne. -
Agahiyek li ser weşanên Stêrk TV û News Channelê
Li herêma ku studyoyên Stêrk TV, News Channel û Med Muzîkê lê ne, ji ber arîzeya elektrîkê, weşanên qenalên navborî qut bûn. -
Destwerdana DYA ya li referandûmê
Referandûma ku PDK serkêşiyê jê re dike, di qonaxa dawî de ye. Bi zextên DYA re Barzanî sînyala vegera ji vê biryarê da. DYA alternatîfeke nû pêşkêş kir, Barzanî jî got, "em ê binirxînin." -
Ji TJA’yê li 7 bajaran nobed: Li dijî hişmendiya faşîzmê têbikoşîn
TJA, li dijî qirkirina jinan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 7 bajaran nobed girt. Jinan li nobedê, li dijî êrîşa li hember cenazeyê dayika Aysel Tûglûk gotin: “Em jin, wê li dijî hişmendiya êrîşkar û faşîzan têkoşînê bikin." -
Rojeva Rojê
14'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
HDK: Êrîş, rê li ber birînên ku neyê pêçan vedike
HDK, êrîşa li ser cenazeyê dayika Berdevak Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk şermezar kir û got: “Êrîşên bi vî awayî, di nava gelan de siberojê rê li ber birînên kûr ku neyê pêçan vedike.” -
Biryara domandina girtina Gulmen û Ozakça hate dayîn
Nûriye Gulmen û Semîh Ozakçe yên ku di roja 190’an a greva birçîbûnê de ku beşarî rûniştina yekem nebûn, dadgehê biryara domandina girtinê da. -
Doza JÎTEMÊ: Leşkeran cilên gerîlayan li xwe kirin û cinayet pêk anîn
Bedran Akdag ê ku di Doza JÎTEM’ê ya Qoserê de şahidî kir, diyar kir dema ew dixebitî “Cînayetên ku JÎTEM’ê kiribû, dixistin stûyê PKK’ê.” -
Demîrtaş û Zeydan: Êrîşa li cenaze berhema AKP’ê ye
Selahattîn Demîrtaş û Abdûllah Zeydan ên girtî ji bo Hatûn Tûglûk peyama sersaxiyê şandin. -
KNK: Biryara Belçîkayê rûyê rastîn ê dewleta Tirk nîşan da
KNK’ê memnûniyeta xwe nîşanî biryara Belçîkayê da ya ku dibêje; ‘PKK ne rêxistineke terorî ye’ da û got: “Careke din têkoşîna gelê Kurd a meşrû û mirovî hate dîtin.” -
Cenazeyê Hatûn Tûglûk li Dersimê hate veşartin
Cenazeyê dayika Aysel Tûglûk Hatûn Tûglûk a li Enqereyê jiyana xwe ji dest dabû, li Dersimê bi merasîmekê hate veşartin.