ROJANE
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk anî ziman ku qanûna bê amadekirin divê bi hevdîtina bi muxataban li ser zemîneke hevpar bê avakirin û got, "Bi feraseta 'min kir û bû' mesele çareser nabe."
Eren Keskîn destnîşan kir ku divê mercên jiyanê û kar ên azad ji bo Rêber Apo bêne afirandin û got, "Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re ya kesekî ku weke muzakerevanê sereke tê qebûlkirin, yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya pêvajoyê ye."
Civaknasê Îtalî Dr. Dario Azzelini diyar kir ku eger çareserî û aştiyeke mayinde tê xwestin, divê Rêber Apo bibe parçeyekî pêvajoya muzakereyê û got, "Kesê ku xwedî lîderî, nêzîkatiya teorî û karîzmaya ku dikare vê pêvajoya muzakereyê bimeşîne Ocalan e."
Ji Fermandariya NPG'ê Mûrat Karayilan guhertinên qanûnî yên têne nîqaşkirin nirxand û got, ji bo çareseriyeke mayinde divê gavên şênber ên cihê baweriyê bêne avêtin. Karayilan pirsa "Gelo ev qanûn wê her tiştî bigire nava xwe?" pirsî.
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat rexne kir ku qanûna divê were Meclîsê, ji aliyê desthilatdarî ve dereng tê xistin û got, pêvajo li ser gotina “terorê” meşandin, ji bo çareserî û demokratîkbûnê encamên baş nade.
Hemû Nûçe
-
-
-
Aysel Tûglûk beşdarî merasîma cenazeyê dayika xwe bû
Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Aysel Tûglûk a agahiya wefata dayika xwe li girtîgehê bihîst, hem ji bo merasîma cenaze û hem jî ji bo goristan bi wesayîta ring hate anîn. HDP’yiyan Tûglûk bi tenê nehiştin.
-
‘Ji niha û pêve ya ku pêk were hûnê bibînin’
Heyeta HDP’ê ya ku li gundê Yayla lêkolîn kirin, li ser navê heyetê Mizgîn Irgat daxuyaniyek da û diyar kir ku ligel êşkenceyê, polîs û leşkeran gef li jin û zarokan kirin û gotine: “Bi vî awayî naçe, ji niha û pêve ya ku pêk were hûnê bibînin."
-
-
-
-
-
Hatûn Tûglûk jiyana xwe ji dest da
Diya Alîkara Hevserokên HDP’ê Aysel Tûglûk, Xatûn Tûglûk jiyana xwe ji dest da. Aysel Tûglûk ji rêveberiya girtîgehê destûr xwest û ew ê tevlî merasîma veşartinê bibe.
-
-
Serpîl Kemalbay ji bo Nûriye û Semîh bang kir
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, ji bo hîndekar Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça, ku 189 roj in di greva birçîbûnê de ne bang kir. Kemalbay bal kişand ser rûniştina dozê ku wê sibe pêk were û banga tevlîbûnê kir.
-
Çalakgerên greva birçîbûnê: Dengê me bibihîzin
Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê mafên mirovan bi rengekî bê navber tên binpêkirin. Berxwedana girtiyên jin jî ev 3 meh in bê navber dewam dike. Greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger jî kete roja 29'an.
-
-
-
-
-
Rojeva Rojê
12'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş...
-
-
Li Kerkûkê civîna yekîtiya netewî
Li Başûrê Kurdistanê KNK’ê ji bo yekîtiya netewî piştî hevdîtinên bi partiyên siyasî re, dest bi civînên bi gel re kir, li Kerkûkê civîna gel lidarxist.
-
-
-
HDK: Kiryarên 12'ê Îlonê dewam dikin
Hevseroka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bi wesîleya salvegera 12'ê Îlonê daxuyaniyek da û got, êşkence û neheqiya di 12'ê Îlonê de hatin kirin, îro jî dewam dikin.
-
Parlamenta Iraqê li dijî referandûmê derket
Parlamenta Iraqê, bi piraniya dengan li dijî referandûma 25'ê Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê bê kirin, derket û ji bo tedbîran li dij bigire, Ebadî wezîfedar kir. Parlamenterên Kurd jî ji civata giştî ya parlamentê derketin.
-
Berê ciwanan li Wûppertalê ye
Ciwanên Kurd ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin, ber bi bajarê Wûppertal ê Elmanyayê dimeşin.
-