Li Konyayê gelek endamên HDP'ê hatin binçavkirin
Polîsên Tirk danê vê sibehê li Konyayê avêtin ser malan û gelek endamên HDP'ê binçav kirin.
Polîsên Tirk danê vê sibehê li Konyayê avêtin ser malan û gelek endamên HDP'ê binçav kirin.
Polîsên Tirk, danê sibehê avêtin ser malên Hevserokê HDP'ê yê Konyayê Erol Şan, rêveberên berê û gelek endamên partiyê yên li bajêr.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, der heqê 17 endamên HDP'ê de biryara girtinê hatiye derxistin û 11 ji van hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Konyayê.
Tê gotin, ji ber biryara nepenîtiyê ya têkildarî dosyayê, destûr nayê dayin ku parêzer 24 saetan binçavkiriyan bibînin.