ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kemalbay: Li gel êrîşên nîjadperestî, kedxwariyeke mezin jî heye
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay bi bîr xist, ku êrîşa nîjadperestî ya çend roj berê li Samsûnê li dijî karkerên demsalî hate kirin, êrîşa destpêkê nîne û got, bi Rewşa Awarte re faşîzm zêde bûye. -
Li ezmanê Stockholmê daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
Kurdistaniyan duh li paytexta Swêd Stockholmê çalakiyeke balkêş li dar xistin. -
Şehîdên têkoşîna azadiyê li Bern û Zurîchê hatin bîranîn
Fermandarê Yekîneya Gerîla ya MLKP/FESK Kurdistan Huseyîn Akçîçek ê li navçeya Nûrhak a Mereşê di şer de şehîd bû û gerîlayê PKK'ê Ogûz Aksû li bajarên Bern û Zurîchê hatin bîranîn. -
Li Elmanya, Hollanda û Yewnanîstanê çalakiyên ji bo Ocalan
Li bajarên Berlîn û Bonnê yên Elmanyayê, li bajarê Amsterdam ê Hollandayê û li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. -
Sariyildiz: Divê tecrîda li ser Ocalan bê şikandin
Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz, ku AKP'ê parlamenteriya wî betal kir, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û got, "Divê em tecrîdê bi hev re bişikînin." -
'Em pêşî li dîktator Erdogan bigirin'
Li Şaredariya Saînt-Denîs a Fransayê, şanoyek li ser komkujiya Cizîrê hate pêşkêşkirin. Alîkara Şaredar Sonîa Pîgnot li vir axivî û diyar kir, ku Erdogan dîktator e û divê pêşî lê bê girtin. -
'Em ê ji raya giştî re ragihînin bê li Kurdistanê çi diqewime'
Parlamenterê PODEMOS'ê yê Spanyayê Anton Gomez-Reîno diyar kir, ku ew binpêkirina mafên mirovan û zextên li Tirkiyeyê weke 'dîktatoriyê' bi nav dikin û got, ew ê bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê diqewimin ji raya giştî re ragihînin. -
Kurdên li Ewropa ji bo Ocalan rabûn ser piyan
Kurd li gelek navendên Ewropayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan. -
Rojeva Rojê
09'ê Îlon 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Li Wanê wesayîta zirxî wergeriya: Polîsek mir
Di encama wergerana wesayîta polîsan a ku beriya bigihêje Qelqeliyê de, polîsek mir, 3 polîs jî birîndar bûn. -
Li Parîsê Yilmaz Guney hate bîranîn
Hunermend Yilmaz Guney li Parîsê li ser gora xwe hate bîranîn. -
Beştaş: Heta ku doza Kurdan çareser nebe aştî û edalet nayê
Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş di panelê de ya ku Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê amade kiribû axivî û got: “Heta ku doza Kurdan çareser nebe, mirov nikare qala aştî û edaletê bike.” -
Di çalakiya TV 10 de banga ji bo mîtîna ‘Perwerdeya Laîk’
Xebatkarên TV 10’ê yên ku ji bo ji nû ve kanala wan were vekirin ku cara 49’an e li pêşiya Lîseya Galatasarayê kom dibin, banga beşdariyê ji bo mîtînga ‘Perwerdeya Laîk’ a ku wê 17’ê Îlonê li Kartalê bê lidarxistin, kir. -
Medya Haber TV dest bi weşanê dike
Medya Haber TV a ku demek dirêj li ser stalayta Hotbîrt frekansa 11471 di weşana testê de bû, ji 15’ê Îlonê û şûnde wê dest bi weşana xwe ya asayî bike. -
Dayikên Şemiyê: Ne darizandina ji çav re, ya rastî
Dayikên Şemiyê cara 650’î hatin cem hev. Vê carê Huseyîn Morsulbul ku beriya bi 37 salan li Çewlikê nebedî bû hate bibîranîn. -
Li Seydîşehîrê girtî ev 16 roj in di girêva birçîbûnê de ne
Girtiyên siyasî ku 18’ê Tebaxê bêyî malbatên wan ji Girtîgeha Tîpa T ya Wanê mişextî Girtîgeha Tîpa T ya Seydîşehîrê Konyayê kirin ev 16 roj in di girêva birçîbûnê de ne. -
Alî Çîçek û Huseyîn Kûlûman li Parîsê hatin bibîranîn
Li Parîsê endamên Tevgera Ciwanên Mexmûr, Hesen Huseyîn Kûlûman û Alî Çîçek ku di 28’ê Tebaxê de li Wargeha Penabera a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) jiyana xwe ji dest dabûn, hatin bibîranîn. -
Li Şakranê ji ber stranên Kurdî û govendê lêpirsîn
Girtiyên Hurşît Çetîn û Eren Tekîn ku li Girtîgeha Dorgirtî ya Alîaga Şakranê dimînin ji malbatên xwe re name şandin û gotin rêveberiya girtîgehê ji ber ku stranên Kurdî gotine û govend gerandine lêpirsîn li ser wan vekirine. -
Di şerê li dijî Kurdan de aliyekî nû: Dibistana şerê bajaran!
Rêveberiya Tayyîp Erdogan a ku dixwaze li derve û hundir şer bidomîne, li jêr banê artêşê de dibistana “şerê bajaran” a girêdayî SADAT’ê ava dike. -
Sariyildiz: Rejîma Erdogan hildiweşe
Li Lozanê çalakiya hevgirtina bi Şirnexê hate lidarxistin. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Sariyildiz di çalakiyê de axivî û got, “Bi giyanê hevgirtin û berxwedanê re hilweşandina rejîma Erdogan dileze.” -
Li Viyanê Kemal Pîr hate bibîranîn: Pratîk û teoriya wî ji bi hêz bû
Yek ji damezrînerê PKK’ê Kemal Pîr û hevalên wî li Viyanaye hatin bibîranîn. -
Li Osloyê çalakiya ji bo Ocalan û Rojhilatê Kurdistanê
Li Osloyê Kurdistanî û dostên wan, ji bo Ocalan û Rojhilatê Kurdistanê çalakî li dar xistin. -
Rojnamevanê girtî Osman Înal: Li gorî salên 1990’î pêkutî zêdetir bûye
Osman Înal ê ku yek ji kedkarê belavkirinê yê rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat e got, “Me ev kevneşopî ji Apê Mûsa û Gûrbetellî Ersoz wergirt. Em ê li dijî faşîzmê stûyê xwe xwar nekin.” -
Li dijî partiya maşik a Erdogan helwest
AKP piştî Fransa û Hollandayê niha dixwaze li Elmanya jî bikeve hilbijartinê. Li dijî vê partiyên siyasî û medyayê helwesteke tund nîşan da. -
Wîrtschafts Woche: Erdogan wê pêkirinan bike hincet
Yek ji kovara aboriyê ya Elmanya ya navdar Wîrtschafs Woche bi nivîseke bi îmzeya Andreas Freytagê li ser pêkirinên pêkan ên li ser Tirkiyê û li ser helwesta ji welatên Ewropayê wê werin li ser siyaseta ku Erdogan wê xwe bispêriyê nirxand.