ROJANE
Hemû Nûçe
-
EHP û SMF jî piştgiriyê dide HDP’ê
Partiya Tevgera Kedkar (EHP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) biryar dan ku piştgiriyê bidin HDP’ê. -
Dest danîn ser pasaporta Temellî
Dest danîn ser pasaporta Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî. -
Demîrtaş: 24’ê Hezîranê em ê li ser dawiya kambax a dîktatoriyê baxivin
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got, tekane altarnetîf ew in û bang li wan kesan kir ku encama 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê derxistin bi peywira xwe rabin û bi hîseke berpirs bixebitin. -
Li Stenbolê di operasyonên li dijî HDP’ê de 7 kes hatin destgîrkirin
Li Stenbolê di serdegirtina malan de wekîla HDP’ê ya berê û Endama Meclîsa HDP’ê Asiye Kolçak jî di nav de herî kêm 7 kes hatin destgîrkirin. -
Merasîma 9. ‘Welatiyê Rûmetê’ ya ji bo Ocalan
Li Îtalya li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Campobasso ji aliyê 2 şaredariyan ve merasîma hevpar ya ‘Welatiyê Rûmetê’ ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin. -
Ji bo qeydên hilbijêrên derveyî welat roja dawî 12’ê Gulan e
Di serî de Ewropa û li tevayî cîhanê pêvajoya hilbijartinê bi lêpirsîna qeyda hilbijêr a 2’ê Gulanê re bi fermî dest pê kir. Pêvajoya ku bi 2’ê Gulanê re dest pê kirî wê 12’ê Gulanê bi dawî bibe. -
JUSO: Betlaneyê necin Tirkiyê, destekê nedin şer!
Seroka Rêxistina Ciwanan a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Tamarra Funîcîello û Alîkarê wê Bertîl Munk gotin, ‘’Li dijî rejîma Erdogan her kes dikare tiştekî bike’’ û bang li gelên Swîsreyê û Ewropayê kirin ku Turîzma Tirk boykot bikin. -
ROJEVA 5'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5’ê Gulana 2018'an. -
HDP’ê bi civînan starta xebatên hilbijartinê da
HDP’ê li Stenbol û Amdê bi civînên lidar xistî starta xebatên hilbijartinê da. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di civînê de axivî, anî ziman ku namzetê serokkomariyê yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş ê ku dîl hatiye girtine. -
Rojeva Rojê
Îro çi qewimî ? Bûyerên ku îro derketine pêş.... -
NÛ BÛ-Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê: Demîrtaş e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê eşkere kir. -
Li Stenbolê rûniştina ‘Doza KCK’ê’ pêk hat
Rûniştina ‘Doza Bingehîn a KCK a Stenbol’ ku 205 siyasetmedarên Kurd jê tên darezandin pêk hat. Rûniştin taloqî 6 Tîrmehê hate kirin. -
HDP, KCD û DBP’ê serdana HAK-PAR’ê kirin
Heyeta ku ji HDP, KCD û DBP’ê pêk tê serdana HAK-PAR’ê kirin. Di hevdîtinê de tifaq û yekîtiya netewî hate vegotin. -
Elman û Kurd li dijî bazirganiya çekan dadikevin qadan
Li dijî fîrma çekan a Elman wê ji 5'ê Gulanê heta 21'ê Gulanê meş û xwepêşandanên protestoyî bên lidarxistin. -
Şervanê azadiyê Serhat li Helsînkî jiyana xwe ji dest da
Xalîs Ceyhan bi nasnav Kendal Serhat ku 25 salan li nava refên têkoşîna azadiyê bi rengekî çalak têdkoşiya, li Fînlandiyayê ku dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. -
HDP’ê qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi bîr anî
HDP’ê got,’’ Em li ber berxwedana birûmet a Seyid Riza û canên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bejna xwe ditewînin û wan bi bîr tînn.’’ -
Serçeteyê MÎT'ê yê li Efrînê hate kuştin
Fermandariya YPG'ê ya Efrînê ragihand ku di encama çalakiyên hêzên wan de 4 çete li Efrînê hatine kuştin û yek ji wan serçeteyê bi navê Cemal El-Zexlûl e. -
Namzetê CHP'ê Mûharrem Înce ye
CHP'ê Mûharrem Înce kir namzetê xwe yê ji bo Serokkomariyê. -
EMEP'ê biryara xwe li ser HDP'ê da
Hevseroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan ragihand ku ew ê 24'ê Hezîranê destekê bidin HDP'ê. -
Namzetiya Demîrtaş misoger bû
Namzetiya Selahattîn Demîrtaş a ji bo Serokkomariyê misoger bû. HDP wê îro daxuyaniyeke fermî bide. -
Girtiyên nexweş 15 roj in di greva birçîbûnê de ne
4 girtiyên ku bi nexweşiya giran in, li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ev 15 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
Kargeha Rheinmetall wê li Berlîn û Dusseldorfê bê şermezarkirin
Li dijî Kargeha Rheinmetall ku çekan difiroşe dewleta Tirk û bi vî rengî destekê dide şerê li dijî Kurdan, wê 5'ê Gulanê li Berlîn û Dusseldorfê meş û xwepêşandanên protestoyî bên kirin. -
'Gelê Kurd Terteleya Dersimê ti carî ji bîr nake'
KNK û FEDA'yê bi weîleya salvegera 81'ê ya Terteleya Dersimê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku ji bo hesabê Terteleyê bê pirsîn divê Kurd vê qirkirinê di hiş û mejiyê xwe de bikolin û têkoşîna xwe ti carî sist nekin. -
Maas: Tirkiyeyê guh neda hişyariyên me yên li ser Efrînê
Wezîrê Karên Derve yê Elman Maas bersiv da nameya komek ji saziyên civaka sivîl û rêxistinên ciwanan a li ser Efrînê. -
ROJEVA 4'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Gulana 2018'an.