ROJEVA 5'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5’ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5’ê Gulana 2018'an.
-Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
-Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
-Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê wê bê şopandin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.
- Endamê Dîwanê ya Hevseroktiya KCD’ê Aydogdu bal kişande ser têkiliya di navbeyna yekîtiya netewî ya Kurd û azadiya Ocalan de û got, ‘’Azadiya Ocalan armanca hevpar a Kurdan e.’’
-Çalakiyên protestoyê yên li i dijî fîrmaya çekan Rehînmetall a Elman yên li gelek bajaran tên lidarxistin wê werin şopandin.
-Seroka Rêxistina Ciwanan a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Tamarra Funîcîello û Alîkarê wê Bertîl Munk gotin, ‘’Li dijî rejîma Erdogan her kes dikare tiştekî bike’’ û bang li gelên Swîsreyê û Ewropayê kirin ku Turîzma Tirk boykot bikin.
-Dewleta Tirk û çeteyên wê El Nûsra, OSO û DAIŞ malên welatiyên EFrînê talan dikin û êşkenceyê li sivîlan dikin.
-Li Erdîşê nivîsa mîxî ya 3 hezar salî ya serdema Uraratûyan ber bi tinebûnê ve diçe.
-Xizmên Windayan, îro jî wê ji bo pirskirina aqûbeta windayan li qadan bin.