EMEP'ê biryara xwe li ser HDP'ê da

Hevseroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan ragihand ku ew ê 24'ê Hezîranê destekê bidin HDP'ê.

Hevseroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan ragihand ku wan biryar standiye di hilbijartina parlamenteriyê û serokkomariyê de destekê bidin HDP'ê.

'GIRÎNG E KU HDP'Ê BENDÊ LI PEY XWE BIHÊLE'

Gurkan ji rojnameya Gazete Karinca re axivî û got: "Pir lezigînî divê avabûna rêveberiya yek zilam û yek partiyî were rawestandin û em li serê vê rawestiyane. Bloka AKP-MHP ji bo ku partiyên din nekevin hilbijartinê tişta ku ji dest tê, dike. Ji bo ku HDP jî ji bendê derbas nebe hewl didin. Di van şertan de pir girîng e ku HDP bendê li pey xwe bihêle. Bi ya me hewcehiyeke ku li ser wê rêya ku diçe rêveberiya yek zilamî, yek partîyî em bendan çêbikin.

Ji bo vê jî bi ya me EMEP'ê li parlamantê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û siberoja wê divê destek ji bo HDP'ê hebe û di hilbijartina serokkomariyê de jî destek ji bo Selahattîn Demîrtaş hebe. Ji bo vê jî em ê bang bikin."