ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ocalan bû 'welatiyê rûmetê' yê Tûfarayê
Li Îtalyayê, cara 10. welatîbûna rûmetê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hate dayin. -
Greva birçîbûnê ya li Adigeyê bi koma nû dewam dike
Greva birçîbûnê ya li Adigeyê ku ji bo rakirina tecrîdê û serbestiya Ocalan dest pê kir, di roja 6'an de bi komeke nû dewam dike. -
Guven ji AFP’ê re axivî: Min di tariyê de qîrînek ava kir!
Parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye ji ajansa nûçeyan a Fransayê ya bi navê AFP’ê re axivî. Guven diyar kir ku tekane daxwazeke wê heye û got , “Min di tariyê de qîrînek ava kir.’ -
Andok: Stratejiya HDP'ê rast e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok got cot stratejiya HDP'ê ya hilbijartinê stratejiyeke rast e. -
Wallstrom: Cihê wekîlan parlament e
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom got, divê destûr were dayin ku siyasetmedarên hatine hilbijartin wezîfeya xwe li parlamentê bidomînin. -
Ajansa Nûçe Ciwan cara 22'an hate girtin
Ajansa Nûçe Ciwan ji aliyê dewleta Tirk ve cara 22'an hate girtin. -
'Ji bo pêvajoyên dîrokî, sekn û biryarên dîrokî divê'
Bi navê 7 girtiyên li Girtîgeha Kandirayê li dijî tecrîdê di berxwedana greva birçîbûnê de ne, nameyek ji berxwedêrên li Strasboûrgê re hate şandin û hate gotin, "Ji bo pêvajoyên dîrokî, sekn û biryarên dîrokî divê." -
Zîegler destek da berxwedanê û bang kir: Divê Ocalan azad bibe
Hevalê Che, Jean Zîegler berxwedana greva birçîbûnê silav kir û xwest, Ocalan tavilê bê berdan. Zîegler got, "Neteweyên Yekbûyî divê li dijî faşîzma Tirk bikeve nava liv û tevgerê." -
ROJEVA 31'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Çileya 2019'an. -
Parlementerên Partiya Çep ji bo Guven çalakî kirin
Perlementerên endamên koma Partiya Çep a li Meclîsa Eyaleta Hambûrgê ji bo destekkirina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdê ev 84 roj in di grevê de ye çalakiyek kirin. -
Leyla Guven ji CPT re nameyek şand!
Leyla Guven ku ji grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê re pêşengiyê dike, nameyek ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re şand. -
HDP'ê starta bi paş ve standina şaredariyan li Mêrdînê da
HDP'ê namzetên Hevseroktiyê yên Mêrdînê dane naskrin. Buldan got ewan starta bi paş ve standina şarederiyan dane destpêkirin û got, ''Gelê Mêrdînê tişta ku dikeve ser wê dîsa bike.'' -
Greva birçîbûnê ya Îba di roja 18’an de ye
Ciwanê bi navê Yûsûf Îba yê ku li Kanadayê dijî, li dijî tecrîdê 18 roj in di greva birçîbûnê de ye. -
53 siyasetmedarên Swêdî: Divê tecrîd bi dawî bibe
53 siyasetmedarên Swêdî xwestin, tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Siyasetmedaran bang li civaka navneteweyî kirin ku zextê li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê bike. -
PKAN'ê berxwedana Leyla Guven silav kir
Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) berxwedana Leyla Guven silav kir û got, "Leyla Guven jineke wêrek a Kurd e ku li deşta Anatoliya Navîn mezin bûye." -
Qenala Misrî plana AKP û MÎT'ê eşkere kir
Qenala TEN TV ku qenaleke neteweyî ya Misrê ye, bi belgeyekê polîtîkaya qirkirinê ya MÎT'ê û rêxistinên îstîxbaratê yên cuda yên li Tirkiyeyê eşkere kir ku plan dikir li dijî gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk bîne. -
Berxwedêriya Guven bû hêvî
Partiyên sosyalîst destek dan grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û diyar kirin, rola vê çalakiyê li ser têkoşîna civakî bûye hêvî. -
ROJEVA 30'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Çileya 2019'an. -
Girtî Zerdeşt Odûncû: Ji bo vê brexwedanê em ê canê xwe feda bikin
Girtî Zerdeşt Odûncû yê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ku di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye got; “Ji bo gelê xwe, Rêbertî û Tevgera me em ê li berxwe bidin û em ê ji bo vê berxwedanê ger pêwîst bibe em ê canê xwe jî feda bikin." -
DBP: Rizgariya ji vê kaosê, bidawîkirina tecrîdê ye!
Rêxistina DBP’ê ya Stenbolê ji bo mîtînga ku wê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê ji bo grevên birçîbûnê û li dijî tecrîda Îmraliyê were lidarxistin, li avahiya partiyê civînek pêk anî. -
Li Girtîgeha Duzceyê êşkence li çalakgerên grevê hate kirin
Li Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê rêveberiya girtîgehê êşkence û zextan li girtiyên siyasî dike. -
YBŞ: Mîr Tahsîn Beg di bin xizmeta gelê xwe de bû
Fermandariya YBŞ'ê li ser koça dawî ya Mîr Tahsîn Elî Beg daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, ''Mîr Tahsîn Beg; Kesayeteke ku di xizmeta welatê xwe de jiya ji ber wê bû navek ku nayê ji bîr kirin û kete dîroka ku qed yê neyê winda kirin.'' -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo karibin muwekîlê xwe yê li Îmraliyê bibînin cara 786'an serlêdan kirn. -
Gardiyanan êrîşî girtiyê bi navê Mehmet Yildirim kir!
Girtiyê azadiyê yê li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Tekîrdagê tê ragirtin, gardiyanan êrîşî wî kir. -
HDP: AKP kujerê karkeran e!
Alîkara Hevserokatiya HDP’ê Gunay Kubilay, bal kişand ser mirinên karkeran ên li Tûzlayê û got, “Şert û mercên ku xwe dispêrin talan û diziyê yên polîtîkaya AKP’ê, dibe sedema qetilkirina karkeran.”