ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rewşa dawî ya Yuksel Koç û çalakgerên din
Ji berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Yuksel Koç doh ji ber giranbûna rewşa wî ya tenduristiyê rakiribûn nexweşxaneyê û ji nû ve li cihê çalakiyê vegeriya bû. Dr. Fahrettîn Gulşen ku rewşa çalakgeran li cih dişopînin, agahî da. -
ROJEVA 3'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Sibata 2019'an. -
Li Nantes û Marsîlyayê bîranîna şehîdan
Li bajarê Nantes û Marsîlyayê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn. -
Koç: Divê hê zêdetir xwedî li berxwedêran derbikevin
Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç a anî ziman ku xwedîderketina li berxwedêrên grevên li dijî tecrîdê ji bo gelê Kurd mijarekî wijdanê ye û da xuyakirin ku divê rejîma Erdogan bi cîhana derve re bixe nava tecrîdê. -
Xizmên nebediyan ji bo Mubariz û Yaşar hatin cem hev
Li Amedê û Êlihê xizmên kesên ku hatine nebedîkirin li dadmendiyê pirsîn. Di çalakiyan de li aqûbeta Kemal Mubariz û Mehmet Yaşar pirsîn. -
Greva birçîbûnê ya li Rûsyayê bi koma nû didome
Greva birçîbûnê ya ji bo protesto kirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rûsyayê ji aliyê komeke nû ve hate dewr girtin. -
ÎRA’yê rapora meha Çileyê eşkere kir
Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora binpêkirin û zextan a li dijî rojnamegeran a meha Çileyê eşkere kir. ÎRA’yê ragihand ku di meha Çileyê de 100 rojnameger hatine darizandin û 5 rojnamger jî hatine girtin. -
AKP alîkariya ji bo Rojava ji xwe re kire veberhênana hilbijartinê!
Derkete holê 'kolîyên alîkariyê' ku AKP xwe hazir dike beriya hilbijartinê belav bike, dema Şaredariyên Mezin ên DBP'ê ji bo Rojava hatibûn berhevkirin û yên Fona Alîkariya Sosyal a Walîtiya Wanê bûn. -
HDP: Cezayên Tuncel û Kişanak berdewama darbeyê ye!
Hevserokên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li dijî cezayên ku li Sebahat Tuncel û Gultan Kişanak hatin birîn helwest nîşan dan û gotin, ''Bi fermana qesrê ev ceza dane. Ji bo vê jî biryara ku hatiye danîn ji hêla me ve, ti hikmê xwe tine." -
Dayikên Aştiyê: Tecrîd şer, Ocalan aştî ye
Dayikên Aştiyê desteka xwe ya ji bo Leyla Guven nîşan dan, gotin tecrîd sûcekî mirovahiyê ye û xwestin ku di cih de tecrîd rabe. -
Nivîskar Selîm Temo krîza dil lê da
Nivîskar Selîm Temo yê çû nexweşxaneyê serdana birayê xwe krîza dil lê da û diyar bû Selîm Temo tedawî dikin. -
Ocalan qala Îmraliyê dike - XIX
"Xweda Zeûs û alîkara wî Xwedawend Athena, bi destdana hev a Hades û Ares , Prometheus li zinarên Kafkasyayê li zincîrê xistin û neviyên wan ên mirov jî ez mîna wî li zinarên Girava Îmraliyê zincîr kirim." -
ROJEVA 2'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Sibata 2019'an. -
Li Nisêbînê namzetên HDP’ê bi gel re civiyan
Namzetên Hevşaredariya Nisêbînê yên HDP’ê bi gel re civiyan. -
Guven peyam da Jin TV: Ev serketineke ya jinên Kurd e
Leyla Guven a di grevê de ye, li mala xwe ya li Amedê bi rêya dîmenekê peyamek da Jin TV û temaşevanên wê. -
Li Girtîgeha Tekîrdagê greva birçîbûnê destpê kir
Girtî Ramazan Ozluk û Welat Dûman ên li Girtîgeha Tekîrdagê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê dan destpê kirin. -
Li Belçîkayê li dijî tecîdê meşa 3 rojan dest pê kir
Li bajarê Antwerpenê yê Belçîkayê, li dijî tecrîdê meşek ji bo 3 rojan dest pê kir. -
Serlêdana ji bo dîtina Ocalan dîsa hate redkirin
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo dîtina muwekîlê xwe, careke din hate redkirin. Malbatan jî serlêdan kirin. -
Greva birçîbûnê ya li Novoalaksendrovskiyê dewam dike
Kurdistaniyên li Novoalaksendrovskiyê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. -
Galler bi biryar e: Em ê bi ser bikevin
Li bajarê Newport ê Gallerê, greva birçîbûnê ya Kurdistaniyê bi navê Îmam Şîş 47 roj in dewam dike. Kurdistaniyên li Gallerê tevî dostên xwe serdana Şîş dikin û wî bi tenê nahêlin. -
Belgeya şer jî eşkere bû
Plana stratejîk a şerê nû yê dewleta Tirk eşkere bû. Şerê di çarçoveya vê planê de 24'ê Tîrmeha 2015'an li dijî gelê Kurdistanê dest pê kir ji her alî ve dewam dike. Yek ji qenalên neteweyî yên Misrê TeN TV belge weşand. -
ROJEVA 1'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 1'ê Sibata 2019'an. -
Jinên girtî ji bo Strasboûrgê nameyek şandin: Berxwedan me zêde kirin...
Li Girtîgeha Şakranê li ser navê girtiyan ketine greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ji bo berxwedêrên Strasboûrgê nameyek hate şandin. Girtiyên jin gotin: “Li ser vê rêya berxwedanê meşîn, her tim em zêde kirin.” -
Rûniştina Demîrtaş û Yuksekdag taloqî 3’yê Gulanê bûn
Rûniştina doza bi îdîaya ‘Îftira li erkdarên cemaweriyê kiriye’ ya ku Hevserokên Berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jê dihatin darezandin taloqî 3’yê Gulanê hate kirin. -
Daxwaza ‘Bila Parîs welatîbûna rûmetê bidin Guven’ hate kirin
Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Parîs û Hevkoordînatora Giştî ya Partiya Çep Danîelle Sîmoneet daxwaza kir ku bila ji aliyê Şaredariya Parîsê ve welatîbûna rûmetê bidin Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye.