ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li ber navenda SPD'ê çalakî hate lidarxistin
Li paytexta Elmanya Berlînê, çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê dewam dikin. -
2 kesên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger kirin
Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê, greva birçîbûnê ya bi bêdem-bidorveger bi 5 kesan dest pê kir, dewam dike. Ji çalakgeran Omer Bagdûr û Cemal Kobanê diyar kirin ku wê çalakiya xwe bi rengekî bêdem-bêdorveger bidomînin. -
ROJEVA 5'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Sibata 2019'an. -
Ciwanan li Marsîlyayê çalakî kirin
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, çalakiyên ji bo piştgiriya Leyla Guven dewam dikin. -
Li Edeneyê ciwanan ji bo Leyla Guven çalakî lidar xist
Li Edeneyê endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ji bo piştgirî dayîna Leyla Guven pankarta “Li dijî tecrîdê bêdeng menîne, deng bide berxwedanê” li pira li ser rêya E5 daliqandin. -
Dr. Neşat Dîhîle: Erdogan sûcdarê şer e!
Rojnamevan û nivîskarê Misrî Dr. Neşat Dîhîle got, "Belgeyên li ber destê min têrê dike ku Erdogan weke sûcdarê şer bê darizandin." -
Malbatên girtiyan: Bikevin nava tevgerê!
Malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de banga bihestiyariyê li hêzên demokrasiyê kirin û gotin; “Divê demildest tecrîda li ser rêzdar Ocalan bi dawî bibe.” -
Zext û zordarî li girtiyên di greva birçîbûnê de ne tên kirin
OHP'ê ragihand, girtiyên li Herêma Marmarayê di greva birçîbûnê de dibin hedefa zext û kiryarên kêfî yên rêveberiyên girtîgehan. OHP'ê xwest, tecrîda li Îmraliyê tavilê were rakirin. -
Bîlgen: Wê gel li hemberî gefên Erdogan stûyê xwe xwar neke
Serokwekîlê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku Erdogan bi zimanê xwe yê tehdîtkar dixwaze mûxalefetê bide tirsandin lê gel ew ê li hemberî gefên Erdogan stûyê xwe xwar neke. -
Yûsûf Îba cara duyemîn rakirin nexweşxaneyê
Yûsûf Îba yê li bajarê Toronto yê Kanadayê di greva birçîbûnê de ye, cara duyemîn rakirin nexweşxaneyê. -
Armanc Goşkar li Frankfûrtê hate bîranîn
Endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Sûna Kizilkaya (Armanc Goşkar) ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê hate bîranîn. -
Mehkûmên li Elmanyayê ji bo piştevaniyê ketin greva birçîbûnê
Girtî û mehkûmên li Elmanyayê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya ji grevên birçîbûnê re, dest bi çalakiyan kirin. Mehkûman ji bo sê rojan greva birçîbûnê pêk anîn. -
Ji Baselê heta Strasboûrgê meşa dirêj a li dijî tecrîdê
Siyasetmedar, nûnerên saziyan û hunermend jî di nav de gelek kesayetên navdar xwe amade dikin ku bi dirûşma "Em tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin" ji Baselê heta Strasboûrgê bimeşin. -
ROJEVA 4'Ê SIBATÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Sibata 2019'an. -
Şiyar Gabar li Hambûrgê bi merasîmeke girseyî hate bîranîn
Şiyar Gabar ku 9'ê Tîrmeha 2018'an ji ber êrîşa balafirên şer ên Tirk şehîd bû, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hate bîranîn. -
Armanc Goşkar li Kolnê hate bîranîn
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê û endama Konseya Fermandariyê ya HPG û YJA Starê Armanca Goşkar li Kolnê hate bîranîn. -
Li Bakirkoyê bi deh hezaran kes li dijî tecrîd û faşîzmê hatin ba hev
Bi banga HDP’ê bi deh hezaran kes li Bakirkoyê hatin ba hev û tecrîd protesto kirin. -
Li Stenbolê gel ber bi qada mîtîngê ve tê
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê, îro li Stenbolê mîtîngek tê lidarxistin. Ji serê sibehê ve gel ber bi qada mîtîngê ve tê. -
HDP wê li 6 navçeyên Stenbolê namzetan nîşan bide
HDP ku ji bo Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzet nîşan neda, wê li 6 navçeyan namzetan nîşan bide. -
Kurdên li Swêdê li dijî tecrîdê daketin qadan
Ji bo piştgirî ji Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê hemûyan re bê dayin, li bajarên Stockholm, Orebro, Ûppsala û Falûnê yên Swêdê xwepêşandan hatin lidarxistin. -
Li 6 bajaran çalakiyên ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, dewam dikin. -
Tûzak: Ez ê heta dawiyê çalakiya xwe bidomînim
Mûstafa Tûzak: Yekane hêza ku dikare tecrîda 20 salan rake, îradeya me ye. Em ê jiyaneke bê Rêbertî qebûl nekin. Heta ku tecrîd bi dawî bibe ez ê çalakiya xwe bidomînim. -
Meşa dirêj a li Belçîkayê du roj li pey xwe hişt
Meşa dirêj a ji bo piştgiriya ji berxwedêrên greva birçîbûnê li bajarê Anvers ê Belçîkayê dest pê kir, du roj li pey xwe hişt. -
Wekîlê Swêdî: Divê li qada navneteweyî helwest bê nîşandan
Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê Alî Esbatî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, li dijî bêhiqûqiyê divê li qada navneteweyî helwestek bê nîşandan. -
Schmalstîeg: Divê Kişanak, Tûncel û girtiyên siyasî azad bibin
Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Hannoverê Herbet Schmalstîeg nerazîbûn nîşanî cezakirina Kişanak Tûncel da. Schmalstîeg xwest, Kişanak, Tûncel û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hemû bên berdan.