Zîegler destek da berxwedanê û bang kir: Divê Ocalan azad bibe

Hevalê Che, Jean Zîegler berxwedana greva birçîbûnê silav kir û xwest, Ocalan tavilê bê berdan. Zîegler got, "Neteweyên Yekbûyî divê li dijî faşîzma Tirk bikeve nava liv û tevgerê."

Alîkarê Serokê Desteya Şêwirmendiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Raportorê Taybet ê ji bo Mafê Xwarinê yê Neteweyên Yekbûyî civaknas-nivîskar Jean Zîegler ku hevalekî nêz ê lîderê şoreşger ê Latîn Amerîkayê Ernesto Che Gûevara bû, çalakiyên greva birçîbûnên bi pêşengiya Leyla Guven tên kirin û gelek mijarên din ji ANF'ê re nirxand.

'EV BERXWEDAN GELEKÎ BI WATE Û BI RÛMET E'

Zîegler diyar kir, ew piştgiriyê dide Leyla Guven û çalakgerên din ên greva birçîbûnê û got, "Berxwedana Guven û hevalên wê gelekî bi wate û bi rûmet e. Pêwîste daxwazên guven û hevalên wê tavilê werin qebûlkirin. Ne tenê tecrîd bê rakirin, di heman demê de divê Ocalan jî azad bibe."

Zîegler bi bîr xist, rewşa tenduristiyê ya Leyla Guven ji asta krîtîk bihuriye û got, ne ya qebûlkirinê ye ku Ewropa û cîhana rojava li pêşberî daxwazên Guven bêdeng in. Zîegler bang li hikumet û saziyên Ewropayê kir ku bikevin nava liv û tevgerê û got, "Girîng e polîtîkayên ku destekê didin faşîzma Erdogan derhal bên terikandin û li cem Kurdan cih bigirin."

'DEWLETA TIRK LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC DIKE'

Zîegler dewlet û rêveberiya Tirk weke rêxistinbûneke faşîst bi nav kir û got, "Dewleta Tirk bi rengekî vekirî li dijî mirovahiyê sûc dike. Kiryarên wan ên li dijî gelê Kurd dikevin çarçoveya sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê. Rastiyên ku dema dawî bi belgeyan derkete holê, ispata vê yekê ye. Bêdengiya li bara vî sûcî rast nîne."

'DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ TAVILÊ LI SER TIRKIYEYÊ RÛNIŞTINEKÊ PÊK BÎNE'

Zîegler helwesta Neteweyên Yekbûyî (NY) a li pêşberî Tirkiyeyê jî rexne kir û bang li Konseya Mafên Mirovan a NY'ê kir ku li ser Tirkiyeyê rûniştineke taybet bi lezgînî pêk bîne. Zîegler bi dewamî got, "Erdogan bi binpêkirina qanûnên navneteweyî re li dijî Kurdan, mûxalîfan û mirovahiyê sûc dike. Lê belê Neteweyên Yekbûyî bêdeng e. Bi dîtina min, divê tavilê li ser Tirkiyeyê rûniştinekê pêk bîne, ji ber ku hincetên xwe hene. Dewleta Tirk demeke dirêj e bi rêk û pêk li dijî mirovahiyê sûc dike. Tecrîd û êşkenceya ku niha li ser Ocalan tê ferzkirin, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Bi rêk û pêk êşkence li mûxalîfan tê kirin. Neteweyên Yekbûyî divê li dijî faşîzma Tirk bikeve nava liv û tevgerê."

'PÊWÎSTE OCALAN AZAD BE, JI BER KU...'

Zîegler wiha dewam kir: "Ez dibêjim; divê Ocalan azad be, ji ber ku Ocalan niha lîderiyê yek ji şaristaniyên herî hevn ên dinyayê, ji Kurdan re lîderiyê dike. Kurd yek ji gelên qedîm ên dîrokê ye, lê mafên wan ên çandî, polîtîk û azadiya wan tên astengkirin. Ez vê rewşê weke sûcekî li dijî mirovahiyê dibînim. Ya ku li dijî Kurdan tê kirin li gorî qanûnên navneteweyî sûc e. Divê wezîfeya her kesî be ku li ber vê rabe û li ber xwe bide. Girîng e Kurd xwedî Kurdistaneke ji çar parçeyan be û hêzên navneteweyî hemû jî vê nas bikin û destekê bidin. Efrîn ku xaka Kurdan e ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî çima xwe bêdeng dikin? Pêwîste Efrîn bê azadkirin û radestî xwediyên xwe, radestî Kurdan bê kirin."

'PKK TEVGEREKE AZADIYÊ YE'

Zîegler got, "Gelek dewletên rojavayî PKK'ê weke 'terorîst' dibîne, ev yek nêzîkatiyeke beredayî ye. Divê dawî li vê nêzîkatiyê bê anîn" û wiha bi mijarê daket: "Eger DAÎŞ niha têk çûbe, ev yek bi saya Kurdan bi taybetî bi saya jinên Kurd pêk hat. Bila kes xwe li vê serketinê neke xwedî. Berxwedan, fedakariya ji bo azadiyê û baweriya Kurdan kir ku DAÎŞ biqede. Ji vê jî wêdetir, PKK tevgereke azadiyê ya neteweyî ye. Li dijî înkar û tinekirina gelekî xwedî şaristaniya herî dewlemend a cîhanê, ji bo azadiyê têdikoşe. Min berê jî gotibû, PKK tevgereke meşrû ye. Lîderê vê tevgera meşrû jî Birêz Ocalan e. Lewma divê Ocalan azad bibe û astengiyên li pêşiya wî bên rakirin ku karibe siyasetê bike. Divê cîhana rojava dest ji polîtîkayên ku destekê didin Erdogan berde. Ji bo pêkhatina hevdîtinên aştiyê yên PKK û dewleta Tirk dikare bi berpirsyarî rabe.

KÎ YE?

Jean Zîegler, 19'ê Nîsana 1934'an li bajarê Bern ê Swîsreyê ji dayik bû. Civaknas, siyasetmedar û nivîskar Jean Zîegler, jiyana xwe diyarî têkoşîna komunîzm û şoreşê kiriye. Hevalekî nêz ê Ernesto Che Gûevera bû. Di heman demê de her tim bû hedefa rejîmên kapîtalîst û kolonyalîst. Jean Zîegler ku di beşên hiqûq û civaknasiyê de doktora kir, li zanîngehên Cenevre û Sarbonne'yê demeke dirêj profesoriya civaknasiyê kir. Demekê ji Partiya Sosyalîst bû parlamenterê Parlamenta Federal a Swîsreyê.