Zêdeyî 400 rêxistinên navneteweyî piştgirî dan gelê Kurd

Li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, piştgiriya ji bo gelê Kurd li qada navneteweyî zêde dibe.

Ji Meksîka, Nîkaragûa, Hondûras, Komara Domînîk, Haîtî, Gûatemala, Panama, Kuba, Ekvator, Venezûela, Kolombiya, Perû, Bolîvya, Brezîlya, Paragûay, Şîlî û Arjantînê zêdeyî 400 rêxistin û saziyan, li hemberî sûcên mirovahiyê yên TC dike li Neteweyên Yekbûyî bersiva pêwîst were dayîn, xwestin hewldan bên kirin.

Yekîtiya Latîn Amerîka ya Bolîvarî 'Articulacion de los Movimientos Sociales Hacia el Alba' ku zêdeyî 400 saziyan di bin sîwana xwe de vedihewîne, di 24-28'ê Sibatê de li paytexta Venezûela Caracasê kongreya xwe ya salane pêk anî.

Di danezana piştî kongreyê hat weşandin de bal hat kişandin ser êrîşên qirkirinê yên li Bakurê Kurdistanê tên kirin.

Danezan li ser pêşniyara 'Saziya Perwerdeya Gel a Şarpeyên Îsyanê (Educacion Popular Pañuelos en Rebeldia) ku yek ji tevgerên civakî yên li Arjantînê ye hat nivîsandin û yekdengiyê hat qebûlkirin.

Di danezanê de hat ragihandin ku dewleta Tirk li Cizîr, Sûr û gelemperiya Bakurê Kurdistanê sivîlan qetil dike û Sûr jî bi xeteriya komkujiyeke mezin re rû bi rû ye.

'TC LI PÊŞ ÇAVÊN NY QETIL DIKE'

Di danezanê de hat gotin: "Li Sûrê ku di 11'ê Kanûan 2015'an de qedexeya derketina derve lê hat ragihandin, dewleta TC li pêş çavên cîhanê bi çekên giran welatiyên xwe qetil dike. Ev Ev komkujî ji aliyê TC a mora xwe daniye binê Peymana Mafên Mirovan a Cenevreyê ve tê kirin û bi saya bêdengiya saziyên Ewropa û Neteweyên Yekbûyî, vediguhere rewşeke xetere. Li Cizîrê bi dehan mirovên sivîl ên bêguneh, ji aliyê heman TC ve li pêş çavên Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatin qetilkirin. Her wiha li Hezexê dest bi komkujiyan kir û hewl dide van li tevahiya Kurdistanê belav bike. TC a ku li pêş çavan e sûcê şer dike, destûra xwe ya bingehîn jî binpê dike û her roj sûcê mirovahiyê dike. Ji ber ku nûnerên rewa yên gelê Kurd ên li parlamenta TC hewldanên xwe yên ji bo aştî û biratiyê didomînin, rastî lînca TC tên."

DAXWAZ

Tevgerên Civakî yên ALBA ev daxwazên xwe destnîşan kirin:

"Pitik, jin û zarok jî di nav de mirovên li malên xwe asê man e û ji ber qedexeya derketina derve nikarin ji hundirê xaniyan derkevin, derhal azad bibin,

Qedexeya derketina derve derhal bê rakirin,

Dewleta TC dawî li operasyon û êrîşên xwe yên polîs û leşkerî bîne."

Di dawiya danezanê de mesaja "Em têkoşîn û hêviya gelê Kurd enternasyonal bikin" hat dayîn.