Yuksekdag: Rêya derketina ji vê rewşê, bi rakirina tecrîdê mimkûn e
Yuksekdag got: "AKP û Qesr di bin kavila wê jêrzemînê de mane. Desthilatdariyek siyasî ku hovîtiyek wisa pêk aniye ti pêşeroja wê nîne, ger hebe ew jî tarîtî ye.”
Yuksekdag got: "AKP û Qesr di bin kavila wê jêrzemînê de mane. Desthilatdariyek siyasî ku hovîtiyek wisa pêk aniye ti pêşeroja wê nîne, ger hebe ew jî tarîtî ye.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di civîna Meclisa Jinên HDP’ê de axivî û bal kişand ser wehşeta li Cizîrê tê kirin. Yuksekdag wiha got: "AKP û Qesr di bin kavila wê jêrzemînê de mane. Desthilatdariyek siyasî ku hovîtiyek wisa pêk aniye ti pêşeroja wê nîne, ger hebe ew jî tarîtî ye.”
Meclisa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di bin serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yukekdag de li Navenda Giştî ya HDP’ê civiyan. Endamên Meclisa Jinan û parlementerên HDP’ê tevlî civînê bûn. Piştî rêzgirtina ji bo kesên ku di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, Fîgen Yuksekdag axaftina vekirinê kir.
Yuksekdag da xuyakirin ku piştî kongreyê ew civîna xwe ya yekem pêk tînin. Yuksekdag anî ziman ku bi giştî şer bandorê li ser têkoşîna jinan jî dike û wiha got: “Di rewşa şer de, tundî, qetlîama li ser jinan, zayendîperestî û polîtîkayên cudakariyê yên AKP û Qesrê hatiye asta lûtkeyê.”
‘AKP ÊDÎ LI GORÎ DAXWAZA XWE NIKARE JINAN BI RÊ VE BIBE’
Yuksekdag anî ziman ku di dema şer zêde dibe û tenê rêbaza tundiyê tê bikaranîn de zêdetir dixwazin bi çewisandinê jinan bi rêve bibin û wiha dom kir: “Desthilatdariya siyasî êdî wekî ku dixwaze nikare jinan bi rêve bibe. Jin êdî li hemberî rêbazên desthilatdariya siyasî ku bi hişmendiya zilam çewisandinê pêk tîne serî hildide.”
‘BERXWEDANA JINAN NÎŞAN DIDE KU HÊVÎ HEYE’
Yuksekdag da zanîn ku di her qadê jiyanê de desthilatdariya siyasî dixwaze jinan terbiye bike û wiha pêda çû: “Hemû jinên ku ji bin tesîra desthilatdariya siyasî derdikevin tên cezakirin. Tirkiye bi hişmendiya baviksalarî tê birêvebirin. Li gel hemû van çewisandinan jî têkoşîna jinên azadiyê di berxwedana xwe de israr dikin. Li hemberî vê koletiya ku tê ferzikirn, jin xwe ji zîncîra esaretê rizgar dikin û hêviyê didin.”
‘JIN TESLÎM NEBÛN’
Yuksekdag bal kişand ser berxwedana jinan û wiha got: “Têkoşîna jinan teslîm nebû. Jinên li Sûr, Silopiya û fabrîkayan teslîm nebûn. Dê di vê çarçoveyê de Meclîsa Jinan a HDP’ê jî dê di her astê de xwe rêxistin bike û wê aştî, demokratî û têkoşîn azadiyê birêxistin bike.”
‘HEMÛ QETLÎAMÊN KU TÊN KIRIN TENÊ JI BO KESEKÎ YE’
Yukdekdag diyar kir ku desthilatdar ji bo şerê Qesrê nêzî 600 kesan qetil kir û wiha balê kişand ser qetlîaman: “Nêzî 100 jin li mal, kolan û qadên jiyanê hatin qetilkirin. Cenazeyê jinên ku hatin qetilkirin bi hefteyan li kolanan man. Hemû ev qetlîam û zilm ji bo desthilatdariya yek kesî pêk were hate kirin."
‘DIVÊ TECRÎD DEMILDEST BÊ RAKIRIN’
Yuksekdag bi bîr xist ku çend roj ji salvegera Komloya 15’ê Sibatê maye, wiha got: “Ev qrîz û êşa demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Rêya derketina ji vê qrîz û êşa li Tirkiyeyê, demildest rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan e.”
JINÊN EKWADORÎ HAT SILAVKIRIN
Yuksekdag di dawiya axaftina xwe de silav ji jinên Ekwadorî re şand, wiha got: “Jinên li Ekwador ji ber serî netewandin û bûn dengê jinên serî natewînin jî divê serbilind bin, yê li hember wan şîdet bikar aniye divê ji xwe şerm bike. Lê mixabin em bi ferasete desthilatiya siyasî ya bê şerm û heya re rû bi rû ne.”