Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag li civîna koma partiya xwe axivî. Yuksekdag da xuyakirin, ku Cizîr teslîm nehatiye girtin û got, "Gelê ku îro li Cizîrê malên wan xera bûne, zarokên wan hatine qetilkirin, hînê li ber xwe dide."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, di civîna koma partiya xwe ya li parlamentê de mijarên di rojevê de ne nirxand.
Yuksekdag da xuyakirin, ku li 3 jêrzemînên li Cizîrê, nirxên mirovahiyê, nirxên gelên Tirkiyeyê bi hovîtiyeke mezin hatine qetilkirin û destnîşan kir, yên ev wehşet ji nedîtî ve hatin, wê li pêşberî dîrokê bên cezakirin.
Yuksekdag diyar kir, di dema dorpêçiya li ser Cizîrê de 258 kes hatine qetilkirin û got, "Rêbazên welê hatin bikaranîn, ku ev rêbaz bi tenê di dema şer de tên dîtin. Ji bo 145 mirovên me yên cenazeyên wan niha rakirine morgan, me bi hefteyan bang kir, kirin qîrîn û hawar. Ji bo rizgarkirina jiyana wan, me bang li siyasetê û tevahiya gelên Tirkiyeyê kirin ku seferber bibin. Nerazîbûna hat nîşandan, bi heman rêbaza şîdetê re hat tepisandin. Îro radibin dibêjin 'li Cizîrê operasyon qediya ye'. Lê em baş dizanin êrîş hînê dewam dikin. Wan kolan û qadên jiyanê li gelê Cizîrê diherimînin."
Yuksekdag wêneyên piştî êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê nîşan da û got, "Destekî bi şevqet dirêjî vê derê nebûye. Li holê, lûleyên bi dehan tankên berê xwe dane gel hene. Encama operasyonên ku jê re dibêjin 'serketî'; bajarekî hilweşandî, bajarekî wêrankirî ye." Yuksekdag destnîşan kir, ku vîna li Cizîrê teslîm nehatiye girtin.
Yuksekdag da xuyakirin, ku operasyonên tinekirinê hînê neheqiya ye, li holê ti serketineke pesnê wê bê dayîn nîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li holê, sûcekî şer heye. Berxwedana gel a bi rûmet jî neqediya. Li her cihê em nefesê lê bigirin, li her devera em lê dijîn, em hene. Hînî me kir ku ji bo nirxên mirovahiyê yê mezin, ji bo jiyanê divê em bi serbilindî li ber xwe bidin. Lewma operasyonên we yên bi xwîn ên bi hezaran leşker û tankan hatine destpêkirin bi ser nakevin. Berxwedan nikare bê şikandin. Gelê îro li Cizîrê malên wan xera bûne, ewladên wan hatine qetilkirin, dîsa jî li ber xwe dide."
Yuksekdag bal kişand ser teşhîrkirina bedena jineke li Cizîrê hat qetilkirin û got, "Ya li wê derê hatiye tazîkirin, sûcên wan e. Ewqas guneh kirine, êdî ti xêlî nikare ser sûcê wan binixumîne."
'DAIŞ TENGAV BÛ; TIRKIYE KET DEWRÊ'
Yuksekdag rewşa dawî ya li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê nirxand û got, "Mafê desthilatdariya siyasî nîne gelan bixe nava rewşeke bi vî rengî ya xitimandî. Operasyoneke bejahî ya li hemberî Sûriyeyê plan dikin. Li xaka Sûriyeyê kozikên çeteyên DAIŞ û çeteyên faşîst ên dûvikê DAIŞ'ê, tên paqijkirin. Operasyona rizgarkirinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi serketineke mezin bi pêş de diçe. Di demeke ku DAIŞ cihekî xwe lê bigire nema dibîne de Tirkiye dikeve dewrê û dest bi operasyonê dike. Kengî wan çeteyan li Tirkiyeyê cih û kozik winda kirin, hingî operasyoneke leşkerî ya li hemberî Sûriyeyê xistin rojevê."
Yuksekdag anî ziman, ku sûc e Tirkiye rêxistineke di lîsteya rêxistinên terorê de ye biparêze û diyar kir, ku Tirkiye vî sûcî bi zanebûn û li gorî daxwaza xwe dike, lê ew ê nebin hevparê vî sûcî."
'LI HEMBERÎ DAIŞ'Ê WE ÇIMA LI GORÎ ANGAJMANÊ BERSIV NEDAN?'
Yuksekdag got, "Em ê her tim vê teşhîr bikin. Sedemeke din a sorbûna van nîqaşan heye; xurtbûna vîna Kurd li Sûriyeyê û dijminatiya destilatdariya siyasî li Kurdan e." Yuksekdag ev nirxandin kir: "Tirkiye meşrû dibîne bi çeteyên faşîst re cîran be, lê naxwaze bi Kurdan re cîran be. Vê nêrîn, vê feraseta xwe bi tevgerek leşkerî re dixe pratîkê. Pirsa ku heta niha kesî nepirsiye ev e; 'Li hemberî kê û ji bo çi hûn li gorî angajmanê bersivê didin?' Gelo heta niha ji PDY'ê ti hewldaneke şîdetê, êrîşê çêbûye? Ti kes bersiva 'erê' nade vê pirsê. We çima heta niha pîvanên angajmanê li hemberî Nûsra û DAIŞ'ê bi kar neanîn? Beriya du rojan li ser sînorê Hatayê kê serê leşker jê kir? PYD'ê jê kir yan El Nûsra? Hûn rabin bersivê bidin vê. Angajmanê ne li hemberî terorê, li hemberî gelê Kurd bi kar tînin. Tirkiye niha li ber çavên tevahiya cîhanê bûye dewleta destekê dide terorê. Hela bala xwe bidin hevkarên Tirkiyeyê; Erebîstana Siûdî û Qatar. Li van welatan bi xwe dîktatorî heye."
'ÇI PÊWENDIYA XWE BI TIRKIYEYÊ RE HEYE?'
Yuksekdag gotinên rayedarên hikûmetê yên têkildarî berxwedana Kobanê digotin "Çi pêwendiya Kobanê bi Tirkiyeyê re heye?" bibîr xist û got, "Niha, ji ber ketina Ezazê agir bi wan ketiye. Niha çi pêwendiya Ezazê bi Tirkiyeyê heye? Bihêle ji gelên Sûriyeyê re bila ew bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin."
TECRÎD
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist û got, "Ev 9 meh in destûr nayê dayîn Birêz Ocalan bi kesî re hevdîtinê bike. Tecrîdeke giran li ser heye. Yên îro tecrîdê diikin, ew naxwazin jiyaneke siyasî ya aştiyane derkeve holê. Wan biryara şer dane."