Yekîtiya Ewropayê ji Tirkiyeyê re got: Bomberdûmanê bisekinîne
Nûnera Yekîtiya Ewropayê ya ji Ewlekarî û Polîtîka Derve Berpirsyar Federîca Mogherînî bang li Tirkiyeyê kir, ku bomberdûmana li hemberî hêzên YPG'ê bisekinîne.
Nûnera Yekîtiya Ewropayê ya ji Ewlekarî û Polîtîka Derve Berpirsyar Federîca Mogherînî bang li Tirkiyeyê kir, ku bomberdûmana li hemberî hêzên YPG'ê bisekinîne.
Li gorî nûçeya Assocîated Press; Nûnera Yekîtiya Ewropayê ya ji Ewlekarî û Polîtîka Derve Berpirsyar Federîca Mogherînî bang li Tirkiyeyê kir, ku bomberdûmana li hemberî hêzên YPG'ê bisekinîne.
Di daxuyaniya îro ya Mogherînî de hat gotin, "Bi tenê çend roj berê, Tirkiye jî di nav de em hemû li dora maseyekê rûniştin û ji bo kêmkirina aloziyê, ji bo 'sekinandina şîdetê' me biryar dan gavan biavêjin. Şer ne tiştekî em li bendê ne."
Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Bert Koenders ku Serokê Demî yê Yekîtiya Ewropayê ye got, "Ji bo sekinandina şîdetê me planek amade kir û ez bawerim her kes mecbûre li gorî vê tevbigere."