Yek jê nexweş li 8 girtiyan 100 roj cezayê hucreyê hate birîn
Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê bi hinceta ku qefesên hesin ên hewşika bêhstendinê vekirine, yek jê nexweş li 8 girtiyan 100 roj cezayê hucreyê hate birîn.
Li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê bi hinceta ku qefesên hesin ên hewşika bêhstendinê vekirine, yek jê nexweş li 8 girtiyan 100 roj cezayê hucreyê hate birîn.
Hate diyarkirin yek ji girtiyê ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû (30) ye.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin ser hewşika bêhnstendinê bi qefesan hatiye girtin û girtiyan jî ev rewş qebûl nekirine.
Bi hinceta ku qefes şikandine rêveberiya girtîgehê derbarê 8 kesan lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin.
Girtiyê bi navê Zerdeşt Odûncû di hevdîtina bi telefonê de ji dêya xwe re ragihandiye ku cezayê hucreyê li wan hatiye birîn. Li gorî ku dayika wî ragihand, Odûncû gotiye “Rewşa me ne baş e. 3 meh in em xistine qefesê. Ez û 7 hevalên min, em di vî halî de ne.”
Dayika wî Selma Odûncû bang li parêzvanên mafên mirovan kir û got “Kurê min diyar kir ku êşkence li wan tê kirin û xwarin jî çawalêhato didin wan. Kurê min miameleyeke mirovî dixwazei. 174 sal ceza lê birîne. Jixwe tena serê xwe di hucreyê de ye, bi bedena wî de şewatên giran hene, nêm jê diherike. Bi ser de ceza lê tê birîn.”