Yardim: OMK divê bê betal kirin
Sekretera Jinê ya Navenda Egîtîm Senê Simge Yardim, diyar kir ku divê Qanûna Pîşe ya Mamostetiyê (OMK) ku cihêkar û mamosteyan ji hev cuda dike, bê betalkirin.
Sekretera Jinê ya Navenda Egîtîm Senê Simge Yardim, diyar kir ku divê Qanûna Pîşe ya Mamostetiyê (OMK) ku cihêkar û mamosteyan ji hev cuda dike, bê betalkirin.
Sekretera Jinan a Navenda Egîtîm Sen Simge Yardim, destnîşan kir ku OMK xebatkarên perwerdehiyê bêîtîbar dike û madeyên ku wê rê li ber şikandinê ya di navbera xebatkarên perwerdeyê de veke hene û diyar kir ku ew ê di 18'ê Tebaxê de li her bajarî li qadan bin.
Yardim ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku OMK ku ji 13 xalan pêk tê, li gel dayina ezmûnê û gelek şert û mercên din, ji mamosteyê 10 salan re rê dide ku bibe pispor û mamosteyê 20 salan jî dikare navê ser mamostetiyê werbigire; her wiha bi bîr xist ku tevî heqdestê heyî ji bo mamosteyên pispor hezar lîre û ji bo ser mamosteyan jî 2 hezar lîre pere pêşbînî dike.
Yardimê îşaret bi wê yekê kir ku pîşeya mamostetiyê bi serê xwe pîşeyek pisportiyê ye û mezûnbûna ji fakulteyên perwerdehiyê weke qada pisporiyê kir û got, “Di vê wateyê de pêwîste mafên kesayetî yên hemû xebatkarên perwerdehiyê bên naskirin û rewşa aboriyê bê başkirin, ne ku mamosteyan weke pispor an ser mamoste ji hev cuda bikin. Madeyek din, komîsyona rakirina namzediyê ye. Wê komîsyonek bê avakirin û ji bo mamosteyan ev komîsyon wê biryara bide bê ka wê namzediya mamoste rake yan raneke. Em baş dizanin ku li Tirkiyeyê di sîstem û komîsyonên hevpeyvînan de mirov çawa tên tasfiyekirin. Ji ber vê yekê, bi rewşa xwe ya heyî wê ne komîsyonek objektîf û zelal be. Di heman demê de ew ê bi xwe re ji bo mamosteyên paşerojê jî mobbîng û cudakariyên cidî bîne. Bêguman pêwîstiya mamosteyan bi destûreke pîşeyî heye, lê divê ev yasaya pîşeyî li dora daxwaz û mafên hevpar ên xebatkarên perwerdeyê û sendîkayên perwerdeyê bê sazkirin.”
MAMOSTE TÊN BÊÎTÎBARKIRIN
Yardimê bi bîr xist piştî ku mamoste ev hefteyek e li ser medyaya dîjîtal dengê xwe bilind dikin Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê daxuyaniya ku gotibû 'divê em şarezayiya mamosteyan bipîvin' dabû û wiha got: "Milyonek mamoste ne têrkerin û gelo wê ev yek tenê bi rêya ezmûnekê bê diyarkirin? Ma ew qadeke ku jêhatiya mamosteyekî 20 salî bi ezmûneke ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ve qet asta xwe nîne bê pîvandin? Ev bêîtîbar kirinek cidî ye. Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî bi daxuyaniyên xwe bi awayeke eşkere bêîtîbarkirina mamosteyan didomîne. Ligel ku jixwe li cihên kar di navbera mamosteyên bi heqdest, bi peyman û yên kadro de cudakarî heye, lê zêdekirina mijara ji hev veqetandina mamosteyê pispor û ser mamoste pêkanîneke ku wê aştiya kar a li odeya mamosteyan têk bibe. Ev jî nîşan dide ku di warê dê û bav û xwendevanan de wê gelek pirsgirêkên me hebin. Ew jî madeyên ku bi awayekî eşkere li dijî prensîba ji bo xebata wekhev heqdestê wekhev a di Destûra Bingehîn de ne. Di vê wateyê de qanûnek e ku em li bendê ne ku Dadgeha Destûra Bingehîn betal bike.”
Yardim destnîşan kir ku di mêyzandina xebatkarên perwerdehiyê de şkestinek hatiye çêkirin û wiha got: “Em dizanin ku dema li dibistanan mamoste tên hilbijartin, bi awayekî derqanûnî xercên qeydkirinê yên pir giran tên standin. Dema ku ev ezêûn çêbibin û statûya pisportiyê û ser mamostetiyê didin mamosteyan, dê û bav wê mamosteyên pispor û ser mamoste tercîh bikin. Wê ev yek ji bo xebatkarên perwerdehiyê yên ku neketine ezmûnê, mafê wan ê ezmûnê çênebûye an jî red kiriye, wê bibe xalek cidî ya şkestinê. Dê û bav ji niha ve destpê kirine ji mamosteyan dipirsin bê ka hûn ê bibin pispor an ser mamoste. Ji ber ku wê bibe sedema tercîhê.”
PÊŞIYA TÊKOŞÎNA LÊGERÎNA MAFÊ DIGIRE
Yardim bi bîr xist ku AKP ji roja bûye desthilat dixwaze di her qadê de kadroyên xwe biafirîne û got, hiqûqa pîşeyî berdewamiya van pêkanînan e. Yardimê bal kişande ser armanca negirtina 'cezayê pêşveçûna payeyê' ku yek ji şert û mercên ezmûnê ye, ji bo pêşîgirtina li têkoşîna sendîkayan e û ev tişt anî ziman: “Ev yek di heman demê de tişteke ku pêşî li têkoşîna sendîkayan û têkoşîna mamosteyan a ji bo lêgerîna mafan digire ye. Ev jî tê wê wateyê ku bibe mamosteyekî bîatkar, îtaetkar, ceza nexwarî û ketiye ezmûnê û bûye mamostayekî pispor û bi vî rengî mûçeyek zêde qazanc bike. Em di krîza aborî ya giran de dijîn û gelek xebatkarên me yên perwerdehiyê ji ber vê krîzê serî li vê ezmûnê dane. Divê pênaseyeke mûçeyê ku hemû xebatkarên perwerdehiyê bi awayekî mirovî pê bijîn, bê pênasekirin.”
EM DIKARIN BI TÊKOŞÎNA RÊXISTINBÛYÎ BI SER BIKEVIN
Yardimê da zanîn ku Egîtîm Sen wê di 18'ê Tebaxê de ji bo bertekên xebatkarên perwerdehiyê yên li ser medyaya dîjîtal nîşan danî bên bihîstin dakevin kolanan û wiha got: "Gelek sendîkayan ligel yasayîbûna qanûnê, ji endamên xwe re pirtûk amade kirin û qurs vekirin. Em bi zelalî dizanin ku bi taybetî di hin sendîkayên diyar de bi hin weşanxaneyên wek KPSS’ê re li hev dikin û pirtûkên xebatê yên hevpar derdixin. Ji ber vê yekê bertekên xebatkarên perwerdeyê yên li ser medyaya dîjîtal çêkirinî pir girîng e. Ji bo ku ev bertek bê bihîstin em jî weke Egîtîm Sen'ê tam ji ber vê sedemê di 18'ê Tebaxê de em ê li qadan bin. Tenê dema ku em bi hev re û rêxistinbûyî têbikoşin em dikarin bi ser bikevin. Me bang kir ku di 18’ê Tebaxê de li hemû bajaran li qadan bin. Em vê pêvajoyê weke çalakiyeke destpêkê bi nav dikin. Ji destpêka perwerdeyê ve em ê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî bi çalakiyên curbecur li qadan bidomînin. Em bang li hemû kedkarên perwerdeyê dikin ku têkoşîna hevpar birêve bibin. Divê OMK di zûtirîn dem de were betal kirin. Divê bi nêrînên xebatkarên perwerdeyê û sendîkayan zagoneke pîşeyî ya nû bê avakirin.”