Xwendekarên Fransayî ji bo azadiya Ocalan çalakî li dar xistin
Xwendekarên ji Tevgera Komunîstên Ciwan (MJCF) ku rêxistina ciwanan a Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ye, li Zanîngeha Strasboûrgê ji bo Rêberê Gelê Kurd stand vekirin.
Xwendekarên ji Tevgera Komunîstên Ciwan (MJCF) ku rêxistina ciwanan a Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ye, li Zanîngeha Strasboûrgê ji bo Rêberê Gelê Kurd stand vekirin.
Xwendekarên ji MJCF'ê, bi piştgiriya Komeleya Jinê ya Zîn a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li hev civiyan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û derxistina navê PKK'ê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst', her wiha li dijî dîktatoriya Erdogan stand vekirin.
Ciwanên komunîst, ji 13'ê Cotmehê û vir ve tevlî xwepêşandan, daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiya rûniştinê ya li avahiya CPT dibin.
Ciwanan duh saet di navbera 08:00-12:00 de li kampusa zanîngehê standa agahdarkirinê vekirin, pirtûkên Ocalan û broşur belav kirin. Ciwanan di çalakiyê de qala projeyên Ocalan ên jiyana hevpar û aştiya ji bo gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê kirin.
Ciwanên komunîst der barê çalakiya xwe de daxuyanî dan û gotin, "Rewşa Ocalan ne tenê gelê Kurd an jî tevgera azadiyê dixe nava fikaran. Gelek tevger, nêrînên Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn gelekî girîng dibînin."
Ciwanên komunîst ên Fransayî dan xuyakirin ku çalakiyên wan ên ji bo Ocalan û gelê Kurd wê dewam bikin û bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin daxwaza azadiyê ya gelê Kurd.