Xizmên girtiyan: Ji ber ku Kurd in di girtîgehan de ne
Xizmên girtiyan ên Nobeta Edeletê didomînin gotin, “Îro darvekirin tineye lê, li pêş çavên me her kesî yek bi yek dar ve dikin. Zarokên me ji ber ku Kurd in di girtîgehan de ne.”
Xizmên girtiyan ên Nobeta Edeletê didomînin gotin, “Îro darvekirin tineye lê, li pêş çavên me her kesî yek bi yek dar ve dikin. Zarokên me ji ber ku Kurd in di girtîgehan de ne.”
Nobeta Edeletê ya bo girtiyên nexweş û înfazên wan hatî şewitandin di roja 255’emîn de li ber Edliyeya Amedê berdewam kir.
Komeleya Yekîtî û Çandî ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) endam û rêveberên Komeleya Hikûknasên ji bo Azadiyê (OHD) tevlî çalakiyê bûn.
Xwişka girtiyê nexweş Abdulselam Guler, Încî Guler got: “Îro darvekirin tineye lê, li pêş çavên me her kesî yek bi yek dar ve dikin! Em vê zilmê qebûl nakin û em ê qebûl jî nekin. Zarokên me ji ber ku Kurd in di girtîgehan de ne.”