Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Bûrkhalter: Ji oparsyonên li Cizîrê bi fikar in

Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter têkildarî jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê daxuyaniyek da.

Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter diyar kir ku ji oparasyonên leşkerî yên qirkirinê yên dewleta Tirk a ku di serî de sivîlan li Cizîr û bajarên Kurdistanê dikin hedef bi fikar in, ji bo rawestandina vî şerê ku gelek kes mexdûr bûne, wê bi rêveberên asta herî jor ên Tirk re bikeve nava têkiliyan.

Wezîrê Karên Deve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter têkildarî jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê daxuyaniyek da.

Ruştu Demîrkayay ê ku tê texmînkirin ku di jêrzemîna wehşetê ya ku 31’ê Çileyê ya xwişka wî Berjîn Demîrkaya jî di nav de ye û ti agahî jê nehatiye girtin, ji ber rê nedan malbat û ambûlans biçin rakin, hefteya borî ji bo bi Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Dîdîer Bûrkhalter re bicive nameyek şandibû û têkildarî mijarê daxwaza hewldanê kiribû.

 ‘JI OPARASYONÊN LEŞKERÎ BI FIKAR IN’

Li ser serlêdana Demîrkaya Wezîrê Karên Derve Bûrkhalter bi nivîskî bersiv da û wiha got: “Em weke Wezaret ji bûyerên ji derveyî mafê mirovahiyê û ji rewşa jiyanî ya mirovan a li Rojhilatê Tirkiyeyê tê jiyîn bi fikar in.”

Bûrkhalter diyar kir ku têkildarî mijarê wê bi rêveberên asta herî jor ên Tirk re fikarên xwe bînin ziman. Fikarên xwe yên têkildarî mijara oparasyonên leşkerî yên ku gelek kesên sivîl mexdûr bûne ji rêveberên Tirk re hatine diyarkirin.

‘ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD BI POLÎTÎKA PÊKAN E’

Bûrkhalter da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd tenê bi rêbazên polîtîkayê digihîje çareseriyê.