Welatiyên li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan li Montpellîerê hatin bîranîn

Li bajarê Fransa Montpellîerê, ji bo endamên Asayîşê, YPG'yî û sivîlên li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan merasîmek hat lidarxistin. Li vê derê serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin.

Li bajarê Fransa Montpellîerê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd  ji bo 7 endamên Asayîşê, 3 YPG'yî û 17 sivîlên li Qamişloyê jiyana xwe ji dest dan, merasîmek bîranînê hat lidarxistin û serdanên sersaxiyê tên kirin.

Malbata Mervan Qîra yê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da, di merasîma sersaxiyê de amade bû û destnîşan kir, ku Qîra şehîdê hemû Kurdan e.

Beşdarên merasîmê dan xuyakirin, ku azadiya Kurdistanê gav bi gav nêzîk dike.