Wekîlê Swîsreyî siyasetmedarên Kurd ziyaret kir

Wekîlê Swîsreyî siyasetmedarên Kurd ziyaret kir

Parlamenterên HDP’ê Selma Irmak û Sebahat Tuncel, Parlamenterê Wanê Kemal Aktaş û endama berê ya Parlamentoya Ewropa û endama Desteya Îcrayê ya KCD’ê Feleknas Uca ji bo balê bikişînin ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê ji roja Yekşemê ve li bajarê Cenevre yê Swîsre li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dest bi greva birçîbûnê kirine. Parlamenterê Swîsreyî Carlo Sommaruga parlamenter ziyaret kirin.

Siyasetmedarên Kurd ên ji roja Yekşemê ve li bajarê Cenevre yê Swîsre li ber avahiya NY’ê di greva birçîbûnê de ne, ji aliyê endamê Partiya Sosyalîst a Swîsre û Parlamenterê Parlamentoya Federal a Bern Carlo Sommaruga ve hatin ziyaretkirin.

Sommaruga got ku di serî de ew û partiya wî jî pêşveçûnên li Rojava û Kobanê ji nêz ve dişopînin. Sommaruga diyar kir li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ piştgiriyê didin gelê Kurd ê li Kobanê li ber xwe dide û amade de ne her cure alîkariyê bidin wan.

Siyasetmedarên Kurd jî Sommaruga ji ber sedana wî spas kirin.