Vaye şîrketa paravan a MÎT'ê ya li Elmanyayê

Şîrketa Lîmîted (GmbH) ku sala 2007'an qeyda wê li bajarê Mannheîmê hate kirin û navenda wê li bajarê Karlsrûhe ye, di fermiyetê de bi navê xizmên Yilmaz Îlkay Arin, Erdem Arin û Seher Arin qeydkirî ye.

Rêveberê UETD Yilmaz Îlkay Arin, ne tenê di navbera wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk û hêza paramîlîter a rejîma Erdogan (Osmaniyên Elmanyayî) têkilî datanî. Şîrketa "Arin Transport"  ku Arin xwediyê wê ye, şîrketa paravan a MÎT'ê ya li Elmanyayê bû.

Serokê Herêma Rheîn-Neckarê ya Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayî (UETD) Yilmaz Îlkay Arin roja 1'ê Nîsana 2016'an bi telefonê bi lîderê çeteya "Osmanen Germanîa (Osmaniyên Elmanyayî)" Mehet Bagci axivî, polîsên Elman êdî pê bawer bûn.

Yek ji saziyên ku AKP'ê ji bo ciwanê li Elmanyayê bi rêxistin bike ava kir, Yekîtiya Spora Tirk a Ewropayê (ATSB) ye. Serokê damezrîner ê ATSB'ê Arin, yek ji mirovên xas ên wekîlê AKP'yî Metîn Kulunk bû. Arin ku fermanên xwe ji Kulunk digirt, wê rojê bal kişand ser "cezakirina" komedyenê Elman Jan Bohmermann ê helbesta li ser Erdogan xwend û pirsa "We çi kir?" pirsî.

Di axaftineke din de Bagci bêyî navê Bohmermann eşkere bike got, "Me tespît kir ku ew li Kolnê dimîne." Piştî vê axaftina bi telefonê hate kirin, polîsan dest bi parastina komedyenê navdar ê televîzyona ZDF Bohmermann kirin û çend hefteyan ew derxistin derveyî Elmanyayê.

MÎT'Ê TORA XWE LI SER ŞÎRKETA WÎ DANÎ!

Di axaftineke din de Kulunk ji Yilmaz Îlkay Arin dixwaze ku ji bo giliyê Bohmermann bikin, ji 'UETD mirovan peyda bike'. Arin ne tenê ji karê 'rêxistinkirinê' yê desthilatdariya Erdogan berpirsyar bû, di heman demê de ji karê peydakirina çekan ji bo çeteya "Osmanen Germanîa" jî berpirsyar bû.

Li gorî lêkolînên ANF'ê, wezîfeya sereke ya Yilmaz Îlkay Arin, serkêşiya şîrketa paravan a MÎT'ê 'Arin Transporte GmbH' bû. Şîrketa Lîmîted (GmbH) ku sala 2007'an qeyda wê li bajarê Mannheîmê hate kirin û navenda wê li bajarê Karlsrûhe ye, di fermiyetê de bi navê xizmên Yilmaz Îlkay Arin, Erdem Arin û Seher Arin qeydkirî ye.

Ne tenê ev her du nav, gelek kesên ji malbata Arin ji bo vê şîrketê hatin bikaranîn. Di fermiyetê de tê ragihandin ku ev şîrket karên înşaet, veguhastin û xizmetê dike. Lê belê di rastiyê de ev şîrket, şîrketeke paravan bû ku ji bo îstîxbarata Tirk MÎT'ê li başûrê Elmanyayê, Swîsreyê û Awûstûryayê dihate bikaranÎn.

CÎROYA NEPIXANDÎ YA ŞÎRKETÊ

Endamên MÎT'ê ku di fermiyetê de weke xebatkarên vê şîrketê hatin nîşandan bi hêsanî digeriyan. Weke ku di mînaka "Osmaniyên Elmanyayî" de tê dîtin, di serî de peydakirina çekan ji bo desthilatdariya Erdogan çi pêwîst bû ew dikir. Pereyên ji bo şîrketê dihatin dayin, bîlançoya wê ya bankayê wextekê bala maliyeya Elman jî kişand û navê şîrketê xiste nava tevne rêxistinî ya rejîma AKP'ê ya li Elmanyayê û lêpirsîn berfireh kir.

Agahiyên li ser şîrketê ketin destê ANF'ê nîşan dide bê bîlançoya şîrketê çawa hatiye nepixandin. Şîrketa bi sermayeya 150 hezar Euroyî ava bû, cîroya wê ya sala 2013'an 720 hezar Euro xuya kir. Sala 2014'an ev hejmar bû 9 milyon, sala 2016'an bû 10 milyon û 686 hezarî. Agahiyeke din a balkêş a li ser şîrketê jî ew e; tevî ku yek ji xwediyên wê jin e, hemû xebatkarên wê mêr in.

Yek ji xwediyên şîrketê Erdem Arin, sala 2016'an ji bo Desteya Rêveber a Biryara Navendî ya UETD ku saziya lobî ya AKP'ê ye li Elmanyayê, hate hilbijartin. Di fermiyetê de 142 personelên şîrketê xuya dike, li gelek bajaran jî şîrketên pê ve girêdayî hatin avakirin. Yek ji van jî şîrketa "Muge Arin Transport" e ku ji aliyê rêveberên UEDT Sûat Selçûk ve hatiye avakirin.

Lê belê Arin û navê Sûat Selçûk 31'ê Cotmeha 2017'an bi rêya hesabên xwe yên medya civakî ragihandin ku ew êdî ji bo vê şîrketê naxebitin, ew êdî li şîrketa bi navê "Infinitas Transport GmbH" dixebitin. Infinitas Transport ku di fermiyetê de 16'ê Hezîrana 2016'an ava bû, balkêş e ku xwedî sermayeyeke 25 hezar Euro ye ku ji bo vekirina şîrketekê li Elmanyayê sermayeya herî kêm e.

GELO VÊ ŞÎRKETÊ ÇEK JI BO ÇETEYAN PEYDA KIR?

Tebaxa 2015'an, li ser sînroê Elmanya-Swîsreyê polîsan wesayiteke biçûk a veguhastinê sekinandin û tê de du tivingên bi marka "Scorpion" a malê Çekê hatin dîtin. Polîsan piştre tespît kirin ku kesê kargoyê teslîm bigire, ji çeteya "Osmanen Germanîa" ye. Mijdara 2016'an bi fermana Dozgeriya Darmstadtê, serdegirtin li vê çeteyê hate kirin û yek ji sedemên serdegirtinê jî ev çek bûn.

Polîsan tespît kirin ku endamên çeteyê çek kom kirine û gelek kes binçav kirin. Pêkane ku şîrketên veguhastinê yên paravan ên Yilmaz Îlkay Arin, li pişt birin û anîna van çekan heye. Ji ber ku di gelek axaftinên bi telefonê yên navbera Arin û lîderê çeteyê Mehmet Bagci de qala veguhastina çekan hate kirin ku polîsên Elman ev tespît kirin.

GELO YILMAZ ÎLKAY ARIN REVIYA TIRKIYEYÊ?

27'ê Hezîrana 2017'an, li dijî çeteya "Osmanen Germanîa" operasyoneke duyemîn a polîsên Elman li eyaletên Baden Wurtemberg, Hessen û NRW hate kirin û polîsan avêtin ser 20 malan. Di serdegirtinê de gelek çek bi dest xistin. Li bajarê Dîetzenbahcê jî di serdegirtina ofîs, kargeh û malên endamên çeteyê de gelek belge û komputer hatin desteserkirin.

Ji lîderên çeteyê Mehmet Bagci, Selçûk Şahîn û Levent Ûzûndal hatin binçavkirin. Balkêş e der barê Yilmaz Îlkay Arin de ku li navenda vê tora têkiliyan e, ti agahî ji raya giştî re nehate eşkerekirin. Arin ê ku navbera wî bi wezîr û rêveberên AKP'yî re baş e, tê gotin ku ji bo neyê girtin reviyaye Tirkiyeyê.

Arin di hesabê xwe yê twîtterê de wêneyekî li Stenbolê weşandiye û timî parvekirinên wekîlê Stenbolê yê AKP'yî Metîn Kulunk li hesabê xwe par ve dike.