'Tevî hemû zextan jî ev serketineke'

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş encamên hilbijartinan nirxandin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş encamên hilbijartinan nirxandin.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin.

Axaftina destpêkê ji aliyê Yuksekdag ve hat kirin. Yuksekdag got ku di nav şert û mercên awarte de hatin 1’ê Mijdarê û got: “Mîna meşa li hember ba me xebateke hilbijartinê pêk anî.”

Yuksekdag anî ziman ku di nav şert û mercên zehmet de li Meclîsê wek partiya sêyemîn pêvajoya hilbijartinê qedandin û got: “Kesên deng dan HDP’ê kesên bi HDP’ê re xebata hilbijartinê meşandin bi bi qelaştina tarîtiyan ev serketin bi dest xistin.”

Yuksekdag spasiya tevahî kesên tevlî xebatan bûn û kedkarên dildarên HDP’ê kir. Yuksekdag wiha axivî: “Piştî 1’ê Mijdarê partiya me wê navendbûna xwe ya muxalefeta demokratîk a bi biryar, hêvî û baweriya jiyana nû bidomîne. Rêyeke me ya em bi biryar bimeşin heye. Em dibêjin dîsa aştî, dîsa wekhevî, dîsa edalet û dîsa HDP’e.”

DEMÎRTAŞ: DENGÊ NÊZÎ JI SEDÎ 11’AN NE KU ME BI KAMPANYAYAN GIRT

Piştî Yuksekdag, mafê axaftinê Demîrtaş wergirt û wiha axivî: “Me rêz ji îradeya hilbijêr re girt, em li bende bûn ku her kes vê rêzê raber bike. Dengê her hilbijêrî xwedî qîmet e.”

Demîrtaş destnîşan kir ku li holê hilbijartinek adil tineye û wiha got: “Me ti kampanya nemeşand. Me hewl da ku em gelê xwe biparêzin, ji bo zerar neyê canê hilbijêran, me hewl da li hember polîtîkayên komkujiyê em mirovên xwe biparêzin. Ev dengê nêzî ji sedî 11’an, ne dengê ku me bi kampanya bi dest xistiye. Bi helwestek bi rûmet, dengê gelê me yê ku xwe li derdora partiya me ye.”

Ji bo hilbijartinên 2019’an, em ê HDP’ê hê xurttir û hê amadekartir bikin. Lê ne tenê parlamento qada têkoşînê ye; kargeh, erd, qad her der cihê têkoşînê ye. Em ê îro bi 60 parlamenteran ve bibin wekîlên tevahî kesên tên pelçiqandin.”