Rûniştina biryarê ya Fermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamîl Atak ku wekî berpirsiyarên kuştinên li Cizîrê tên darizandin, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê berdewam kir. Di rûniştinê de Fermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz kiryarên xwe parast û wiha got: "Di dema min de jî dewlet nikarîbû ketiba taxên Nûr û Cûdî û niha jî dewlet nikare têkeve. Min aramî anî Cizîrê."
Rûniştina biryarê ya doza Fermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz û Sercerdevan Kamîl Atak ku ji kuştina 21 kesan tên darizandin li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê pêk hat. Rûniştina 8 kujeran di bin dorpêça polîsan de destpê kir. 8 kesên tên darizandin di bin ewlehiya polîsan de hatin dadgehê. Di rûniştinê de bersûc, mexdûr û parêzerên wan amade bûn.
Parêzerê kuştiyan Prz. Veysel Vesek, bal kişand ser raporên otopsiyan û şahidên bûyeran û wiha got: "Şahidên nepen dema îfade didin îfadeyên wan esas tê girtin. Lê şahidên rast û diyar dema îfade didin û şahidiyê dikin, ev şahidiya wan li ber çavan nayê girtin. Divê şahidiya van şahidan li ber çavan bê girtin."
Parêzerê kuştî Guray Dag jî diyar kir ku ev dozek dîrokî ye û wiha got: "Dozê ne wekî vê dozê bê ceza bi encam bûn. Dozger bêyî ku dosyayê baş lêkolîn bikin beraetê dixwazin. Ev şaş e. Her çiqas dozger beraetê bixwaze jî dadgeh nikare beraet bike. Heta niha bi sedan kes ji ber îfadeyên şahidên nepen bi salan hatin girtin. Sûcên li hemberî dewletê hatine kirin hiqûqê binpê dike. "
Parêzerê kujeran jî diyar kirin ku ew ji biryara dadgehê bawer dikin.
Sercerdevan Kamîl Atak jî diyar kir ku peyvira cerdevanan diyar e û wan peyvira xwe pêk anîye.
'MIN ARAMÎ ANÎ TAXÊN CIZÎRÊ'
Fermandarê JÎTEM'ê Cemal Temîzoz jî axivî û diyar kir ku îro li Cizîrê çi dibe di salên 90'an de jî heman tişt dibû û wiha got: "Dema min li Cizîrê peywir dikir. Min aramî anî wir. Berê jî dewlet nikaribû têketa taxên Cudi, Sûr û Nûrê. Min aramî anî wir."
Temîzoz, got ku di salên 90'an de tiştên li Cizîrê rû dan provayeke kantona Kobanê bû, lê destûr neda wê û ji bo vê têkoşîn kiriye.
Piştî parastinan heyeta dadgehê navber da.