Temellî: Qetlîama Zaxoyê yek ji encaman e

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku qetlîama li Zaxoyê ne bûyereke ji adetî ye û polîtîkayeke sîstematîk e û encamên stratejiya leşkerî, îktîsadî û siyasî yên li ser Başûr û Rojava ye.

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir qetlîama li Zaxoyê yek ji encama israra şer e ya ku Tirkiye dike.

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî meha borî ya Gulanê de çûbû Iraqê û di hev heyetê de cih girtibû. Temellî derbarê qetlîama li Zaxoyê ji ANF’ê re axivî.

ÊDÎ SER WÊ NAYÊ GIRTIN

Temellî diyar kir ku polîtîkayên şer ên ku bi pêşengtiya Erdogan tê kirin bênavber didome û got “Di nav vê domdariyê de Qetlîama Zaxoyê bala hemû raya giştî ya dinyayê kijand. Lê gelek qetlîam dihatin kirin. Êdî ser wan nayê girtin û nikarin veşêrin.”

Temellî diyar kir ku raya giştî ya Tirkiyeyê têra xwe bertekan nîşan nade û mûxalefeta siyasî û civakî têra xwe nerazîbûnan nîşan nade û got “Lê raya giştî ya dinyayê bertekên gelekî cîddî da. Ji ber ku li wir sûcê şer hatiye kirin û li hemberî sivîlan qetlîamek hatiye kirin.”

Temellî diyar kir ku kesên li hemberî polîtîkayên şer ên Erdogan dernakevin, dema ku rastî encameke wisa werin bi tenê şermezar dikin û got “Ev ne bûyer in, ev tiştên sîstematîk in. Divê em diyar bikin ku ev polîtîkayên li ser Kurdistanê ne. Li Sûriye û Iraqê li ser Kurdistanê polîtîkayên berfirehkirinê dikin. Ev encamên stratejiya îktîsadî û siyasî yên desthilatdariyê ne.”

Temellî bal kişand ser vî tiştî ku Erdogan ji bo ku şer bidomîne geh diçe ber deriyê NATO’yê geh diçe ber deriyê Rûsya û Îranê û got “Pozîsyona xwe ya stratejîk bi kar tîne û bi hin bazariyan dixwaze stratejiya xwe ya li ser parçeyên Kurdistanê yên li Sûriye û Iraqê têxe meriyetê. Divê em wisa li meseleyê binihêrin. Êdî cîhaneke duserî ava dibe. Tirkiye li nîveka cîhaneke wisa dixwaze sûdê ji qada xweser werbigire û ji ber vê di polîtîkayên we yên berfirehbûnê israr dike.

IRAK JIXWE BERÊ JÎ JI ÊRÎŞAN ACIZ BÛ

Temellî diyar kir Iraqê berê jî li hemberî êrîşên wisa bertek nîşan dida û got “Di Gulana borî de dema ku em li ser navê heyeta HDP’ê çûn Iraqê em bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî rûniştibûn. Serokkomarê Iraqê jî ji ber vê mudaxeleya Tirkiyeyê ya li ser heta nava Iraqê gelekî aciz bû. Wan diyar kirin ew vê polîtîkaya dewletê qebûl nakin. Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî bi qasî Serokkomar helwesteke zelal nedida lê duh wî jî helwesteke zelal nîşan da. Iraq ji ber êrîşkariya dewleta Tirk aciz e. Em qala Zaxoyê dikin lê berê jî Mexmûr jî hatiye bombekirin. Li wir baregeh hene. Iraqê diyar kir ku bi sedan gund hatine bombekirin û li wir kes tên qetilkirin. Ne ku bi tenê HDP’ê ev tişt diyar dikir.”

Temellî diyar kir ji xeynî Tirkiyeyê nerazîbûna li hemberî PDK’ê jî zêde dibe û got “Heke PDK’ê piştgirî nedaya vê stratejiya şer wê Tirkiyeyê nikaribûya wisa li herêmê êrîşkariyê bike.”

DIVÊ PÊŞIYA ÇARESERIYÊ WERE VEKIRIN

Temellî diyar kir ku Tirkiye sûdê ji aloziya li Sûriye û Iraqê werdigire û got “Rêya sekinandina êrîşan ev e ku divê li Sûriye û Iraqê pêşiya çareseriyên demokratîk were vekirin. Divê li ser maseyê hemû hêzên siyasî hebin ku li rêyên çareseriyê bigerin. Em dikarin bibêjin ku çareseriya li Sûriyeyê çareseriya meseleya li Iraqê ye jî. Çareseriya meseleya Iraqê, çareseriya li Tirkiyeyê. Dînamîkên herêmê bandorê li ser hev dikin. Ez dixwazim balê bibim ser vî tiştî polîtîkaya çareseriyê li Îmraliyê ye. Çareseriya doza Kurdan rêya aştî û demokrasiyê vedike.”