Temel: Em ê li Enqere û Kurdistanê hesap ji desthilatdariyê bipirsin
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel: Wêê têkoşîn û berxwedana me ya li dijî planên şer û tesfiyekirinê bidomin. Em ê li Enqereyê jî li Kurdistanê jî hesap bipirsin.”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel: Wêê têkoşîn û berxwedana me ya li dijî planên şer û tesfiyekirinê bidomin. Em ê li Enqereyê jî li Kurdistanê jî hesap bipirsin.”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel li Erdîş a Wanê çû serdana esnafan. Temel û şandeya pê re di ketina navçeyê de bi konvoyê hatin pêşwazîkirin û piştre jî çûn serdana esnafan. Di dema serdanê de girseyê pirî caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.
Piştre Temel derbasî avahiya partiyê bû û li wir axaftineke kin kir. Temal bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û wiha got: “Em ê bi tu awayî destûrê nedin ku komkujiyên nû yên mîna Zîlan, Roboskê û Zaxoyê bên kirin. Berxwedan û têkoşîna me ya li dijî planên şer û tesfiyekirinê wê bidome. Ew çi dikin bila bikin, dixwazin bila deh caran partiya me bigirin lê em ê dîsa vekin. Me çawa li Stenbol û Enqereyê ji wan hesab pirsî, em ê li Kurdistanê jî vê hesab ji wan bipirsin.”
Temel piştre bi rûspî û şêniyên navçeyê re civiya. Li vir jî Temel qala şerên di demên dawî de di navbera malbatan de derdikevin kir û ev tişt anî ziman: “Hin kesên ku dewlet li pişta wan e, naxwazin ku pirsgirêkên di navbera malbatan de çareser bibin. Ev şer, lîstikên dewletê ne. Dibe ku li Stenbolê komeleyeke aîdê Erdîşiyan hebe lê avakirina van komeleyan a li navenda Wanê lîstika dewletê ye. Dewlet bi vî awayî naxwaze Kurd bibin neteweyek. Dewlet dixwaze ku Kurd eşîr bi eşîr, gund bi gund ji hev cuda bibin. Heke pirsgirêkên di navbera malbatan de çareser nebin jî ev rewş wê wiha bidome. Jixwe dewlet jî vê dixwaze.”
Di civînê de pirsgirêkên bajêr û geşedanên heyî hatin nirxandin.