Têkoşîna şoreşê ya yekbûyî hedef hatibû girtin

Fermandarê Biryargeha Yaşar Bûlût a TKEP-L Tegmen Alî diyar kir, armanca darvekirina Denîzan di 6'ê Gulana 1972'an de û hewldana sûîqestê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 6'ê Gulana 1996'an, pêşîgirtina li têkoşîna şoreşê ya yekbûyî bû.

Fermandarê Biryargeha Yaşar Bûlût a TKEP-L Tegmen Alî diyar kir, armanca darvekirina Denîzan di 6'ê Gulana 1972'an de û hewldana sûîqestê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 6'ê Gulana 1996'an, pêşîgirtina li têkoşîna şoreşê ya yekbûyî bû.

Tegmen Alî da xuyakirin, ku rêberên Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan, şoreşgerên destpêkê yên li dijî zext û mêtîngeriya li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî dane destpêkirin û rêberên destpêkê yên gel in.

Tegmen Alî diyar kir, her serdem ji xwe re leheng û rêberan daxifîne û destnîşan kir, Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan sê ewladên leheng ên têkoşîna şoreşê, pêşengên gel û afirînerên şoreşa li Kurdistan û Tirkiyeyê bi ser kevin, bûn.

Fermandarê Biryargeha Yaşar Bûlût a TKEP-L Tegmen Alî da zanîn, ku Denîzan li sêdarê bal kişandine ser girîngiya têkoşîne yekbûyî ya gelên Kurd û Tirk û ev feraset nîşan dane.

Tegmen Alî ragihand, ji dewleta TC a faşîst hebû ku bi darvekirina Denîzan re ew ê pêşî li yekîtiya têkoşîna gelan bigire û destnîşan kir, lê belê pêngava şoreşgerî ya Denîzan bandoreke mezin li têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê kir.

Navborî da xuyakirin, ruhê şoreşgerî yê PKK'ê ku îro hêzeke şoreşger a civakî ye xe dispêre Denîzan û da zanîn, şerê dijwar ê çînî yê li Tirkiyeyê, darbeyên leşkerî yên faşîst nikarîbûn li pêşiya rêxistinbûyîn û têkoşîna hevpar a gelan bibin asteng.

Fermandarê Biryargeha Yaşar Bûlût a TKEP-L Tegmen Alî bal kişand ser hewldana sûîqestê ya 6'ê Gulana 1996'an li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û anî ziman, roja 6'ê Gulanê rojeke rasthatî nîne. Tegmen Alî diyar kir, bi vê sûîqestê re hat xwestin, tevgera PKK'ê ku di her firsendê de radigihîne ew dewama şoreşgeriya 71'an a Denîzan, Mahîran, Îbrahîman e, ji holê were rakirin. Alî ragihand, di şexsê Ocalan de yekîtiya tevgerên şoreşger ê Kurdistan û Tirkiyeyê jî hedef hatine girtin.

Fermandar Alî da xuyakirin, ku bi darvekirinên 6'ê Gulana 1972'an û hewldana sûîqestê ya 6'ê Gulana 1996'an ve dewleta Tirk xwestiye têkoşîna şoreşê ya yekbûyî têk bibe, lê jê nehatiye vê bi ser bixîne û destnîşan kir, nîşaneya herî mezin a vê yekê jî avabûna Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) ye.

Fermandarê Biryargeha Yaşar Bûlût a TKEP-L Tegmen Alî diyar kir, serketina TŞYG di serî de ji bo gelên Rojhilata Navîn wê ji bo hemû gelên cîhanê bibe hêviyek

Tegmen Alî ragihand, TŞYG xwedî tecrûbe û hêza polîtîk a têrker e ku dikare hemû lîstikan ji hev belav bike û bibîr xist, têkoşîn û tecrûbeya şoreşa yekbûyî bi şoreşa Rojava ve bi ser ketine.

Tegmen Alî got, "Li pêşiya şoreşa gel a Rojava rêyeke zor û zehmet a dirêj heye. Lê belê ya girîng, ev hêza ku şoreş dide gelan e" û diyar kir, têkoşîna şoreşê ya bi Denîzan destpêkir û bi şoreşa Rojava şênber bû, gihaştiye asteke nû.

Tegmen Alî da xuyakirin, ku ne îdam, ne hewldanên sûîqestê, ne jî komkujî nikarin sîstema serdest a genî û riziyayî û nûnerên wê ji têkçûnê rizgar bikin û got, "Şoreşa Tirkiye û Kurdistanê bi tecrûbeyên xwe yên 40 salan, bi berdêlên xwe yên giran û ezmûnên xwe yên dîrokî, veguheriye hêzeke têk naçe."

Tegmen Alî destnîşan kir, ku TŞYG a bi bawerî û biryardariya têkoşîna destanî û lehengiya Denîzan, Mazlûman, Mahîran û Îbrahîman ava bûye, wê têkoşîna şoreşê ya yekbûyî bi ser bixîne.